CîhanRojev

Trump rizgarkirina pîlotê Amerikî li Îranê piştrast kir

Serokê Amerikayê Trump di derbarê rizgarkirina pilotê ku li Îranê ketî xwar de daxûyaniyel li ser hesabê xwe yê Medya civakî belav kir.

Daxûyaniya Trump wehaye:

Hevalên min ên Amerîkî, di çend saetên borî de, Artêşa Dewletên Yekbûyî yek ji cesûrtirîn Operasyonên Lêgerîn û Rizgarkirinê di Dîroka Amerîkayê de pêkanî. Ji bo yek ji efserên me yên hêja yên Crew Member, ku di heman demê de Colonelê pir rêzdar e, û ez bi kêfxweşî ji we re dibêjim ku ew niha ewleye û saxlem e.

Ev Şervanê wêrek li pişt xetên dijmin, di çiyayên xeternak ên Îranê de bû, dijminên me nêçîra wî dikira. Ew saet bi saet nêzîngî wî dibûn. Lê ew qet bi tenê nebû, ji ber ku Fermandarê Giştî yê Artêşê, Wezîrê Şer, Serokê Komîteya Sererkanên Giştî û hevalên wî yên şervan 24 saet di rojê de cihê wî dişopandin û bi baldarî plan dikirin ji bo wî rizgarbirkin.

Bi fermana min, Artêşa Amerîkayê dehên balafirên şer bi çekên herî kujer ên cîhanê şandin da ku wî vegerînin. Ew birîndar bûbû, lê ew ê baş bibe.Ev Operasyona Lêgerîn û Rizgarkirinê ya mucîzeyî, li ser rizgarkirina pîlotekî din ê wêrek a doh tê, ku me ew piştrast nekiribû, ji ber ku nexwestin xetera operasyona duyemîn zêde bikin.Ev cara yekem e di bîra leşkerî de ku du pîlotên Amerîkî, bi awayekî cuda, di kûrahiya axa dijmin de hatine rizgarkirin.

Ev ku me karîbû her du operasyonan bi ser bixin bêyî ku yek Amerîkî jî were kuştin an jî birîndar bibe, careke din îsbat dike ku me serdestiya hewayî ya bêhempa û serweriya tam li ser asîmanên Îranê bi dest xistiye.Ev kêlîkek e ku hemû Amerîkî, Komarparêz, Demokrat û her kesê din, divê serbilind bibin û li dora wê yekîtiyê xwe bidinhev. Em bi rastî xwediyê Artêşa herî baş, herî profesyonel û herî kujer di Dîroka Cîhanê de ne.

Back to top button