
Îbrahîm Zulfîqarî, berdevkê Baregeha Navendî ya Xetam el-Enbiya ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, vîdyoyek weşand û bangî Iraqê dike.
Zulfîqarî diyar kir ku Îran di pêşengiya têkoşînê de ye, lê helwesta biryardar a gelê Iraqê jî di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze û got, “Miletê Îranê di vê têkoşînê de ne bi tenêye. Piştgiriya we, gelê Iraqî yê bi rûmet û Misilman, çavkaniya motîvasyonê ye ku biryardarî û berxwedana me zêde dike. Em di têkoşîna we ya li dijî DYA û hêmanên wê de serkeftinê ji we re dixwazin. Em ji Xwedê re dua dikin ku gavên we saxlem bin û hewldanên we bi ser bikevin. Helwest û kiryarên we dê di dîrokê de bimînin.”

Zulfîkarî, derbarê qedexeyên li Tengava Hurmuzê hatine sepandin de got, “Iraqa bira ji qedexeyên li Tengava Hurmuzê hatine sepandin azad e. Ev qedexe tenê li dijî welatên dijmin in. Em rêzek mezin ji serweriya neteweyî ya Iraqê re digirin. Têkoşîna gelê Iraqê, ku birînên dagirkeriya Amerîkayê hildigire, pesindar e. We nîşan da ku hûn neteweyek in ku serî natewînin û teslîmî rêziknameya hegemonîk nabin. Ev ji bo we çavkaniya serbilindiyê ye.”


