Civak

Mediya Başûr YNKê bi kuştina Germiyanî tawanbar dike

Piştî kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî ji aliyê grûpeke çekdarên nenaskirî ve, hindek kanalên ragehandinê Yekêtî Niştimanî Kurdistan bi terorkirina Germiyanî tawanbar kir. Kawe Germiyanî li Kelarê li Germiyanî di mala wî de, roja îniya çûyî, hat terorkirin û îdareya Gemiyanî û emniyeta wê di bin kontirola YNKê de ye.

Yekêtî Niştimanî Kurdistanê li mehkemiyê gilîname li ser sernivîskarê hovara Şar û kanalê KNN TV organa fermiya tevgera Goranê tomar kir.

Li gor nûçeyeke malpera mebenêd Silêmaniyê yê YNKê, Hişiyar Ebdula advokatê Celal Talebanî  û advokatê YNKê diblje ku, hindek kanalên ragehandinê YNK bi kuştina rojnamevan Germiyanî tawanbar kiriye, û ”em  nuha zaniyariyan li ser wan kanalên mediyayê, yên berîbiryara dadgehê YNK tawanbarkirî, kom dikin û em dê gilînameyê lis er wan li mehkemiyê tomar bikin.”

Advokatê YNKê dibêje ku, gelek kanalên ragehandênê pêş biryara dadgehê  ketin û YNK tawanbar kir, lê belê kanalê KNN TV yê ser bi tevgera Goran û Kemal Reuf sernivîskarê kovara Şar bi vekirî û eşkereyî YNK ê bi kuştina Germiyanî tawanbar dikin û ”em dê li mehkemiyê şikayetê li wan û hemû wan kanalên YNK gunehbar kirine bikin.”


Back to top button