Wezareta Parastina Tirkiye: Moşekeke din a ji Îranê hatiye avêtin hat îmhakirin.

Moşekek din a ji Îranê hatiyî avêtin li qada hewayî ya Tirkiyeyê hate astengkirin û îmhakirin.
Wezareta Parastina Tirkiye di vê derbarê e daxûyaniyek da û got: “Moşekek balîstîk a ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî hatine bicihkirin ve hate bêbandorkirin. Li dijî hemû gefên li ser ax û qada hewayî ya welatê me, hemû tedbîrên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî têne girtin û ji bo zelalkirina hemû aliyên bûyerê bi welatê pêwendîdar re têkilî têne danîn. Hemû pêşketinên li herêmê bi baldarî têne şopandin û nirxandin, ewlehiya me ya neteweyî tê pêşanîn.”
Ji aliyekî din ve, mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin di 4ê Adarê de li ser Hatayê û di 9ê Adarê de jî li ser Dîlokê hatin xistin. Di derbarê van mûşekan de, wezereta Derve ya Tirkiye, bangî balyozê Îranê yê li Enqere, Mihemed Hesen Hebîbûlahzade, kir, û bala welatê wî hate kişandin.
Li Gazîantepê mûşekên balîstîk hatin xistin


