11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; ew destkeftiya dîrokî berhema Şoreşa Îlonê, berxwedana Pêşmerge û hemû çîn û tewêjên civakê bû, ku hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bi fermî mafên gelê Kurdistanê binase. Herwiha tekezî li ser parastina destkeftiyan û berdewamiya peyama aştiyane û pêkvejiyanê kir.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê ya bi rêberiya Barzanîyê Nemir û xebat û feda kariya Pêşmerge û hemû çîn û tewêjên Kurdistanê bû. Berhema wê xebata xurt û seranser bû ku ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê û pêkanîna demokrasiyê li Iraqê dest pê kiribû û di dawiyê de hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku bi awayekî fermî dan bi beşek ji mafên gelê me de bîne.
Di 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de, em rûmeta têkoşîn û keda hemû wan Pêşmerge, şoreşger û niştimanperwerên Şoreşa Îlonê digirin ku bi ked û fedakariya xwe, destkeftiya dîrokî ya Peymana 11ê Adarê ji bo gelê me misoger kirin. Di vê bîranînê de, em tekezî li ser parastina destkeftiyan û peyama aştiyane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û silavan ji bo ruhê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin.
Mesûd Barzanî
11ê Adara 2026an

