Serok Nêçîrvan Barzani serokatiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir..

Serok Nêçîrvan Barzani Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, bi amadebûna Cîgirê Serok Şêx Cafer Şêx Mistefa, serokatiya civîneke leşkerî û ewlehiyê ya asta bilind kir.
Civîn li ser pêşketinên ewlehiyê yên herî dawî yên li herêmê û encamên şer û bandora wî ya xeternak li ser Herêma Kurdistanê sekinî. Her wiha çend biryar û rêbername derxistin da ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê xurt bikin û medya çawa divê bi bûyer û pêşketinan re mijûl bibe.
Serok Nêçîrvan Barzani tekez kir ku, Herêma Kurdistanê dê nebe beşek ji şer û pevçûnan û parastina aştiyê li welêt dê pêşîniyek be. Di vê çarçoveyê de, wî tekez kir ku dê destûr neyê dayîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefê ji bo Komara Îslamî ya Îranê an jî ti welatekî din ê cîran.
Di mijareke din de, êrîşên wêranker ên komên neqanûnî yên Iraqê bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê, ku bûne sedema windakirina can û milkan, bi tundî hatin şermezarkirin. Hikûmeta federal a Iraqê berpirsiyar e ji bo pêşîgirtina li van êrîşan û dîtin û cezakirina sûcdaran, ji ber ku ev êrîş binpêkirinek eşkere ya serweriya welêt û gefek li ser aramiya giştî ne.

Civînê sersaxî ji malbatên şehîd û birîndarên di êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de xwest û spasiya hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê kir ji bo xebata wan a dijwar û şevên bêxew ji bo parastina xak û gelê Kurdistanê.

