Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahî li Muctaba Elî Xamineyî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Rêberê Nû yê Komara Îslamî ya Îranê Kir.

Payama Serokê Herêma Kurdistanê:

Birêz Cenabê Ayetullah Seyîd Muctaba Elî Xamineyî,

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê

Silavên Xwedayê Mezin li we be..

Bi boneya hilbijartina we wek Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, em pîrozbahiyeke germ pêşkêşî cenabê we û gelê Komara Îslamî ya Îranê dikin. Di vê erk û berpirsiyariya nû de, hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.

Herêma Kurdistanê wek her dem xwazyarê pêşxistina peywendiyên xwe yên dîrokî û dostane ye bi Komara Îslamî ya Îranê re, bi navê berjewendiya her du gelan û pêkvejiyana aştiyane li tevahiya herêmê de.

Digel rêzên me…

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.03.2026

Back to top button