Polîtîk

Bakirhan bi telefonê li gel serokê Herêma Kurdistanê axivî

Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan bi rêya telefonê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê re axivî û ji bo kesên di êrîşên Îran û komên bi Îranê ve girêdayî yên li dijî Herêma Kurdistana de jiyana xwe ji dest dayin sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Partiya DEMê ve hatî weşandin, Bakirhan di vê telefonê de êrîşên li dijî Herêma Kurdistana Iraqê bi tundî şermezar kir.

Sersaxî ji malbata efserê ewlehiyê yê ku di êrîşa bi droneyan a li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da û ji gelê Kurdistanê re xwest û bal kişand ser hesasiyeta partiya xwe ya ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û gelê wê.

Bakirhan di vê pêwendiya xwe ya bi Nêçîrvan Barzaniyê re peyamek hevgirtinê da û got:

“Hûn ne bi tenê ne, em li we temaşe dikin û guh didin we. Em van êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar dikin.”

Daxuyanî wiha ye:

“Hevserokê me Tuncer Bakirhan bi rêya telefonê bi Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê re axivî da ku sersaxî û hevxemiya xwe ya li ser êrîşên Îran û komên bi Îranê ve girêdayî yên li ser Herêma Kurdistanê nîşan bide.

Di vê telefonê de, Bakirhan êrîşên ku ji aliyê Îran û komên bi Îranê ve girêdayî yên li dijî Herêma Kurdistanê ve hatine kirin bi tundî şermezar kir. Wî sersaxî ji malbata efserê ewlehiyê yê ku di êrîşa bi droneyan a li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Bakirhan bal kişand ser hesasiyeta partiya me ya ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û gelê wê û got, “Hûn ne bi tenê ne, em li we temaşe dikin û guhdarî dikin. Em van êrîşên li dijî HHKê şermezar dikin.”

Back to top button