Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzani û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê rewşa deverê nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani îşev ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan pêwendiyek telefonî wergirt.

Di hevdîtinê de pêşketinên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin. Herdu aliyan girîngiya hevrêzkirin û xebata hevbeş ji bo parastina aştî û aramiya herêmê tekez kirin.

Her wiha têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên girîng ên hevbeş jî hatin nîqaşkirin.

Back to top button