Cîhan

Îsrail tehranê bombebaran dike..Wezîrê bergiriya Îranê yê nû hate kuştin.!

Artêşa Îsraîlê li dijî Îranê êrîşên hewayî pêk anîn, ku di encamê de li Tehranê teqîn çêbûn. Di êrîşeke mûşekî ya li ser bingehekî hewayî ya li Kermanê de sêzdeh leşker hatin kuştin. Di vê navberê de, Îran êrîşên xwe yên tolhildanê didomîne.

Li gorî El Arabiya, Mecîd Abnelaza, ku du roj berê wekî Wezîrê Parastinê yê demkî yê Îranê hatibû tayînkirin, di êrîşên li Tehranê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyekê ya Artêşa Îsrailê de dibêje: “Artêşa Îsraîlê vê dawiyê li Tehranê li fermandarekî payebilind ê rejîma terorîst a Îranê kir armanac.”

Di heman demê de, dema ku şer di roja xwe ya çaremîn de bi hemû dijwarîya xwe berdewam dike, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşeke bejayî li ser Lubnanê daye destpêkirin. Ev tevgera Îsraîlê, ku di saetên sibehê de li pey hev êrîşên hewayî li ser paytext Beyrûtê pêk anî.

Di êrîşên dawî yên Îranê yên li ser baregehên Amerîkî li welatên Kendavê de, hate îdîakirin ku baregeha El-Udeyd li Qeterê hatiye lêdan û gelek leşkerên Amerîkî hatine kuştin.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku hejmara kuştiyên li Îranê ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê gihîştiye 787an.

Îsraîl û DYA di 28ê Sibatê de êrîşeke leşkerî li ser Îranê dan destpêkirin, di demekê de ku danûstandin di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikirin.

Îranê bi êrîşên li ser hedefên ku li gelek welatên herêmî, di nav de Îsraîl, Qeter, Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî û Behreyn, ku baregehên Amerîkî lê ne, destnîşan kiribû, bersiv da.

Di êrîşên DYA û Îsraîlê de rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û gelek berpirsên payebilind ên din hatin kuştin.

Back to top button