PJAK ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye damezrandin.

Tevgera Şoreşgerên Araratê di derbarê helwesta hukumeta Îranê û PJAKê de daxûyaniyek ragihand.
Daxûyanî wehaye:
Peyam ji bo Xelkê Rojhilatê Kurdistanê .
Hilweşîna rejîma dîktatorî ya Îranê nêzîk e.
Rejîma Îranê dixwaze bajar û gundên rojhilatê Kurdistanê radestî PJAK Şaxeya PKKê bike.
Heta ku partiyên resenên Rojhilat êdî li herêmê serdest nebin.
Lê mixabin, çar partîyên Rojhilatê Kurdistanê bi koma PJAK re eniyeke hevpar ava kirine.
Van partiyan hemûyan têkoşîneke şoreşgerî û dîrokî dane. Pêwîstî bi wê yekê tunebû ku ew di heman eniyê de bi koma PJAK re bin.
Ji ber sedema jêrîn :
1. PJAK ne partiyekî Rojhilatê Kurdistanê ye, ew şaxeke PKKê ye û ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye damezrandin.
2- PJAK baweriya xwe bi pirsgirêka Kurd nayne û heta li dijî vê yekê derdikeve.
3- PJAK heta niha bi sedan zarokên di bin temenê 18 salî de revandine û ji bo kuştinê şandine eniya şer.
4-PJAK li ser sînorên Kurdistanê qaçaxçîyek mirovan û madeyên hişber e, ne partiyek siyasî ye.
5-PJAK xwedî raman û îdeolojiyeke Apoizmê ye. Kîn û dijminatiya vê li dijî hikûmeta Tirkiyê ye, ne li dijî hikûmeta Îranê.
Em ji xelkê hêja yê Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku bi dirûşmeyên vala yên vê komê neyên xapandin, Da ku çarenûsa me ne mîna ya Rojava be.
Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze vê komê bêçek û bilav bike, wekî mîna Rojava êrîşî wan bike û em ê Xelkê Rojhilatê di agirê wan de bişewitin.
TEVGERA ŞOREŞGERÊN ARARATÊ
Roja 3ê Adarê 2026 an

