HevpeyvînNivîsar

Rêbaza Barzanî di welatek serbixwe de jiyanek azad e…

Barzaniyê nemir jiyana xwe hemî ji bo azadiya welatê xwe terxan kir. Barzanî bi kiryarên xwe bû sembola azadiya Kurdistanê, eger îro Ala Kurdistanê li ser beşek axa welatê me bilind e encama rêbaza pîroz e….

Dara Bilek

Îro 47 saliya koça dawî ya serokê Netewî Mistefa Barzaniye. Barzanî bi kiryarên xwe, jiyana xwe, pêşmergetiya xwe, dayin standinên xwe, bi diplomasiya û kesayeta xwe ya berz û istikrara siyaseta xwe rêbazek a netewî Kurdistanî avakir.

Her minasebeta bîranîna Barzanî de piranî behsa xebata wî û jiyana wî tê kirin, lê dema mirov bala xwe didê van bîranîna  gelek berfireh behsa felsefa Barzanî û ew rêbaza ku wî bi kar û xebata xwe peyda kirî nayê kirin. Bê guman gelek sedemên vê hene, lê têgihandina rastiya rêbaza Barzanî ji bo îro û sibehî ji pêwistiyeke. Rêbaza Barzanî demana destxistin û parastina mafên netewî yên Kurdan e.

Dema ku, em bibalkêşî  berê xwe bidinê, ji bo nirxandina Barzanî miladek derketiye holê. Ji berî sala 1992ê û piştî 1992ê..

Nirxandinên di derbarê barzani de hatîn kirin, ji berî 1992ê tişteke û piştî 1992ê tiştek dine. Ez behsa sedemên vê yekê nakim, lê gerek siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û nivîskarên kurd û heta lêkolîner û civakzanên kurd destê xwe deynin ser vijdana xwe vê mîladê baş binirxînin û bûyerên di dema Barzanî de rûdayîn û helwesta Barzanî li himber van bûyeran bi zanyarî bê nirxandin.

Mixabin ji berî sala 1992ê me wek Kurd piranî Barzanî bi rojnemevan, lêkoliner û nivîskarên biyanî naskiriye. Gelo ev yek bi xwe jî ne kêmasiyeka me ya herî mezin e? Yan jî qelsiyek li himber serokek netewiye?

Îro dema ku em li tevgera Azadixwaz a Kurdistanê dinêrin  gelek vekirî dixweyê ku kî li ser vê rêbaza pîroz diçe û bi kiryar û helwestên xwe vê rêbazê di paraktikê de pêktîne. Îro di rojame de PDK li Iraq, Bakur û Rojava xwe li ser vê rêbazê dibînin. Bawerim di vê derbarê de ne hewceye ku,behsa Bakur û Rojava bikin. Ne hevceye ji ber ku, rewş zelal û eşkereye. Yanî tişta ku, mirov behsê bike herkes dizane.

Li başûrê Kurdistanê PDK îro desthilat e, û li gel hinek kêmasiyan jî li ser rêbaza Barzanî siyasetê dike. Gelo heta çi radeyê vê yekê pêktîne yan jî nayne? Herdema ku di jiyana siyasî de berê xwe ji vê rêbazê vediguhezê tujî xeletiya dibe. Ji ber ku,bi rêbaza  Barzanî ye ku îro ev detskeftî li başûrê Kurdistanê peydabûne.

Siyaseta bi roja me re digunce, yanê, tolerans, parastina aştiyê, dayinstandina navbera tevgera kurd û aliyên din re, tegihandina nivşê nû di vê rêbazê de,û taybetî parastinn a destkeftiyên Kurdistanî de gerek berdewam rapirsîn bêne kirin û ev yek her demî babeteka lêkolinê be di nava PDKê û kadroyên PDKê de.

Gelo eger îro di nava nifşê nû yanî ciwanên PDKê de rapirsînek bê kirin, heta çiradeyê ji rêbaza Barzaniyê nemir agahdarin?

Rêbaza Barzanî her demî di her mercî de berjewendiyên netewî esas digre û wan li ser her tiştîre digre. Dema pirs bibe xwedî lê derketina Kurdan hûnêrê siyasî yê vê rêbaza pîroz derdikeve holê. Tişta ku, li rojavayê Kurdistanê di navbera hukumeta Şamê û HSDê de rûdayî, vê yekêve girêdayî siyaseta Amerika û welatên wek Tirkiye de, serok Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Brzanî bi helwest a xwe ya ku bi temamî rêbaza Barzaniyê nemir re digunce derketin qada herêmî û navnetewî rolek leyiztin ku, Kurd ji koçberiyê û komkujiyan xilas kirin.

Leyiztikek gelek mezin hem ji aliyê hinek welatên herêmê û hemjî dirêjahiya wan di nav kurdan de hebû ku, rojavayê Kurdistanê ji Kurdan pakij bikin . Ji bîr nekin ku dema Ocalan li Sûrî bû niviseka xwe de vekirî gotibû: ”Li Sûriye Kurdistan tûne. Kurdên li Sûriye hemû ji bakur hatine û dive cardin vegerin cihê xwe..”

Lê dema qewimî başûrê Kurdistanê ku, destkeftiya Kurdan ya yekemine, ev leyiztik bi siyaseta ku rêvebirî têkbir.

Bê guman gelek tişt hene ku bêne gotin, lê bi vê masebeta salvegera koça daî ya Barzaniyê nemir de, min xwest çend tiştan bi bîr bînim..

Hergava bê avêtin, her helwesta bê danîn her bernameya bê amadekirin rêbaza barzanî li bîra me be, em zû bi zû tujî xeletiyan nabin.

Rêbaza barzanî wefaye, yekgirtine û berjewendiyên netewê yên Kurdistanêne.

Rêbaza Barzanî di welatek serbixwe dejiyanek azad e…

1.Adar.2026

Back to top button