Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî hatiye kuştin..!

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters ragihand ku rayedarekî Îsraîlî gotiye ku termê Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî hatiye dîtin.
Piştî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê, nezelaliya derbarê tenduristiya Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî de berdewam dike. Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku nîşanên mirina Xameneyî zêde dibin, Wezareta Derve ya Îranê ev yek red kir. Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Bekayî îdia kir ku hem Serok Mesûd Pezeşkiyan û hem jî Xameneyî “saxlem û sax in”.
Reuters ragihand ku rayedarekî Îsraîlî gotiye ku termê Xameneyî hatiye dîtin. CNN, bi îdiaya du çavkaniyên Îsraîlî, her wiha ragihand ku Îsraîlê piştrast kiriye ku Rêberê Bilind ê Îranê Xameneyî di êrîşan de hatiye kuştin.
“Wêneya termê Xameneyî hatiye wergirtin, daxuyaniya fermî tê amadekirin”
Çavkaniyekê got ku Îsraîlê wêneyek termê Ayetullah Elî Xameneyî bi dest xistiye. Çavkaniyeke duyemîn diyar kir ku daxuyaniyek fermî tê amadekirin.


