Cîhan

Ger ev îdîa rast be,li herêmê dê bibe sedema aloziyek mezin.

Îstixbarata Îranê îdia kiriye ku, Pakistanê çekên navokî bi 10 milyar dolarî firotiye Erebistana Siûdîyê û biryara bicihkirinê piştî civîneke asta bilind di navbera her du welatan de hatiye dayîn; ev îdia nîqaşên li ser hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn gur kiriye..

Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê (MOIS/Vezarat-e Ettela’at) îdia kir ku Pakistanê çekên navokî bi 10 milyar dolarî firotiye Erebistana Siûdîyê. Li gorî vê îdiayê, bicihkirina van çekan li ser axa Erebistana Siûdî piştî civînek dawî ya di navbera Serfermandarê Artêşa Pakistanê, General Asim Munir, û Prensê Siûdî Mihemed bin Selman de bi dawî bû.

Nirxandinên di çapemeniya Îranê de destnîşan dikin ku ev peyman dikare bi awayekî radîkal hevsengiyên hêzên herêmî biguherîne û rasterast bandorê li mîmariya ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bike. Tê îdiakirin ku Riyad bi Pakistanê re peymanek navokî ya veşartî çêkiriye da ku şiyanên leşkerî yên mezinbûyî yên Îranê asteng bike.

Çavkaniyên Îranî ragihandine ku, dide xûyakirin ku veguhestin ne tenê peymanek darayî ye, lê di heman demê de piştgirîya teknîkî û pêvajoyên bicihkirinê jî dihewîne. Hatiye pêşniyar kirin ku çek dê li baregehên leşkerî yên taybetî li Erebistana Siûdîyê werin bicihkirin.

Her çend ji rayedarên Pakistanî û Erebistana Siûdîyê li ser vê mijarê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn jî, pisporên ewlehiyê yên herêmî destnîşan dikin ku pêşveçûnek wusa dikare encamên dîplomatîk û leşkerî li ser asta cîhanî hebe. Her wiha tê hesibandin ku ev îdîa potansiyela afirandina xalek krîzê ya nû di warê rejîmên navneteweyî û peymanên li ser ne-belavbûna nukleerî de heye.

Back to top button