Cîhan

Macron: Beşdariya Kurdan di hikûmetê de bingeheke sereke ye ji bo aramiya Sûriyê

Serokê Fransa ragihand ku divê rola Kurdan û beşdariya wan di rêvberiya Sûriyê ya nû de çalak be, û tekez kir ku beşdariya Kurdan di hikûmetê de bingeheke sereke ye ji bo çêbûna aramiyê li Sûriyê.

Sreokê Fransa Emmanuel Macron di daxuyaniyekê de got: Girîng e rêkefina HSD û Ehmed El-Şeri’ were bicîkirin di çarçoveyekê de ku yekîtiya Sûriyê biparêze.

Macron tekez jî kir ku divê Kurd bi awayekî çalak beşdariyê di rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê de bikin:

”Beşdariya Kurdan di rêveberiya Sûriyê de bingeheke sereke ye ji bo dîtina çarçoveyeke siyasî ku seqamgêriyê li Sûriyê peyda bike”.

 Serokê Fransa diyar kir ku ew pêwendiyê bi hemû aliyan re li Sûriyê dikin ji bo bicîkirina rêkeftin di navebra HSD û hikûmetê de:

”Bicîkirina rêkeftinê gaveke sereke ye da ku careke din şer û girjî li Sûriyê dernekevin”.

Serokê Fransa da zanîn jî ku ew qurbaniyên Kurdan di şerê li dijî terorê de ji bîr nakin, ku Kurd beşekî sereke bû di drûbirûbûna terorê de.

Makron herweha tekez kir ku Fransa piştevaniya yekîtî û serweriya Sûriyê dike û hemû pêşhateyên siyasî û ewlehî lê, ji nêzîk ve dişopîne.
 

Back to top button