Polîtîk

Barzanî û Barrack rewşa dawî nirxandin

Serok Barzanî û nûnerê serokê Amerikayê yê Sûriye Tom Barrack dawîn pêşhatên Sûriyê gotûbêj kirin.

Serok Barzanî û Tom Barrack peywendiyeke telefonî pêkanîn û rewşa siyasî li deverê bi awayekî giştî û dawîn guhertin û pêşhatên Sûriyê gotubêj kirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku herdu alî hevnerîn bûn li ser giringiya avêtina hemû gavên pêwîst ji bo girtina rê li pêş girjî û şerûpevçûnan û kar ji bo aştî û seqamgîriyê li deverê.

Herdu aliyan rola hev a bibandor ji bo bicîkirina aştî û seqamgîriyê li deverê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî rola tekezî li ser berdewamiya hevpariya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîka de kir.

Back to top button