Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Mazlum Ebdi civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtinên xwe yên li Şam û Bexdayê gihîşt Hewlêrê û destpêkê bi Nêçîrvan Barzanî re û paşê bi Mezlûm Ebdî re rûnişt.
Jean-Noel Barrot li Hewlêrê pêşî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê piştî vê civînê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Di vê hevdîtina girîng de Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn jî amade bûn.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li ser hûrgiliyên bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn dan û standin kirine.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Hûrgiliyên bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn, berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞê û rêyên parastina girtîgehên malbat û çekdarên girtî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Parastina taybetmendiya herêmên Kurdî û parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê hatin nirxandin.


