Peyama Erdogan li ser ‘rapora komîsyonê’: Dê bandorek erênî li pêvajoyê bike.

Serokkomar Tayyip Erdogan, derbarê pêvajoya aştiyê de ku ew jê re dibêje “Tirkiyeya bê teror” axivî û got: “Komîsyona li Parlamentoyê rapora xwe ya hevbeş temam dike. Hêviya me ew e ku rapor bi lihevkirinek û perspektîfek ku dê dînamîzmê bîne pêvajoyê were nîşankirin. Armanca me ya Tirkiyeyek bê teror bi gavên ku em diavêjin ber bi herêmek bê teror ve diçe, û bi îzna Xwedê, em ê bi aştiyane bigihîjin her du armancan.”
Erdogan got: “Divê em avahiya giran a di navbera rêveberiya navendî û rêveberiyên herêmî de, ku dibe sedema nakokiyên desthilatdariyê, nûjen bikin.”
Rojnemevanekî ji Erdogan pirsî: Hûn pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê çawa dinirxînin? Gelo ev pêşketinên dawî dikarin di projeya “Tirkiyeya bê Teror” a Tirkiyeyê de bibe sedemê pêşketinekî û wê bi hêztir bike? Di vî warî de bangek we ji Parlamentoyê re heye? .
Redogan: Spas dikim. Avakirina aramî û aştiyê li bakurê Sûriyeyê rasterast me eleqedar dike. Xwesteka me ya herî mezin ew e ku cîranê me di bin têgeha yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye de entegre bibe. Pabendbûna bi peymanên ku qaşo “HSD” îmze kiriye, dê atmosfera aştiyê li Sûriyeyê xurt bike û aramiya mayînde hêsan bike. Divê kes li ser gurkirina pevçûnan, zêdekirina rageşiyê, an jî lîstina demê nefikire.
Hesabên xelet di demên berê de hem li Şamê û hem jî li ser Enqerê berevajî bûne, û bê guman dîsa jî wê berevajî bibin. Em alîgirê Sûriyeyek yekgirtî, bihêz û aştiyane ne ku hemî hêmanên wê yên cihêreng hene. Em li kêleka Sûriyeyê ne. Em her kesî bi hezkirinê hembêz dikin, çi Kurd, Ereb, Tirkmen, an Elewî bin. Gelê Sûriyeyê dost û birayên me ne. Pirsgirêka me bi terorîzmê re ye, bi wan kesên ku terorîzmê wekî rê û rêbazek ji bo bidestxistina armancên xwe yên cudaxwaz bikar tînin.
Çareserkirina pirsgirêkê li bakurê Sûriyeyê barê pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” jî sivik kiriye. Komîsyona parlementoyê rapora xwe ya hevbeş temam dike. Hêviya me ew e ku rapor perspektîfek nîşan bide ku lihevkirin û dînamîzmê di pêvajoyê de pêş bixe. “Armanca me ya ‘Tirkiyeyek bê teror’ bi gavên ku em diavêjin ber bi herêmek bê terorîzmê ve diçe, û bi îzna Xwedê, em ê her du armancan bi aştiyane bi dest bêxin.”


