Qesra Spî: Hevdîtinên bi Îranê re wê di 6ê Sibatê de li Muscat, paytexta Umanê bên lidarxistin.

Qesra Spî ragihand ku danûstandinên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de dê roja Înê, 6ê Sibatê, li Muscat, paytexta Omanê werê lidarxistin.
Berpirsekî Qesra Spî bersiveke nivîskî da pirseke derbarê cihê danûstandinên bi Îranê re.
Berpirsê Amerîkî diyar kir ku danûstandinên nukleerî yên bi Îranê re dê roja Înê, 6ê Sibatê, li Muscat, paytexta Omanê pêk werin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araghchi jî ragihand ku danûstandinên bi DYA re, ku tê ragihandin hatine betalkirin, dê roja Înê li Muscat, paytexta Omanê pêk werin.
Di posteke li ser medyaya civakî ya Amerîkî de, Araghchi diyar kir, “Hevdîtinên nukleerî yên bi DYA re dê roja Înê, derdora saet 10ê sibê li Muscat pêk werin. Ez spasdarê birayên me yên Omanî me ku hemî amadekariyên pêwîst kirine.”


