Polîtîk
ENKS li gel serokê Sûriye civiya

Şanda Serokatiya ENKS li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed Şara’ civiya, û tekezî li ser gerentîkirina mafên Kurdan di destûrê de hete kirin.
Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Sûriyê Ehmed Şara’ îro li Şamê li gel Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, civiya.
Serokatiya Sûriyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di civînê de, El-Şeri’ tekezî kir ku dewlet bi gerentîkirina mafên Kurdan di destûrê de pabend e.
*ENKS Pêşwazî li mersûma 13 dike
Serokatiyê her weha got, şanda ENKS, ji aliyê xwe ve, pêşwazî li mersûma jimare 13 kir, û weke gaveke girîng ji bo bihêzkirina maf û taybetmendiya çandî û civakî nirxand.

