Polîtîk

Şandeyeke hevrêziyê dê serdana Hewlêrê bike û bi Serok Barzani re bicive

Brpirsekî Rêxistina Bedir got ku şandeke payebilind ji Rêxistina Bedir dê serdana Hewlêrê bike da ku bi Serok Barzanî re bicive ji bo li ser posta serokatiyê biryar bidin. Her wiha biryar e ku şand di heman rojê de serdana Silêmaniyê jî bike.

Ebû Mîsaq Masarî, endamê Buroya Siyasî ya Rêxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî, ji Rûdawê re got: Biryar e şandeke hevrêziyê serdana Hewlêrê bike.

Li gorî Masarî, biryar e ku şande, ku Hadî Amirî, Mihemed Şîa Sûdanî û Mohsen Mandelawî tê de ne, bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Wî got, “Armanca sereke ya serdanê ew e ku di nav mala Kurd de li ser namzetek hevpar ji bo posta serokatiyê lihevkirinek çêbibe.” Di heman demê de, wî got ku ne mimkûn e ku civîna îro ya parlementoyê ji bo hilbijartina serokomar were lidarxistin ji ber “nebûna lihevkirinê”.

Back to top button