Nêçîrvan:Têkdana rewşa ewlekariyê ji bo me xeta sor e
Serokwezîrê Kurdistanê ji bo amadekirina kabîneya 8ê li gel partiyên siyasî berdewamî hevdîtina dike.
Nêçîrvan Barzanî bi vê mebestê serdana baregahê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Tevgera Îslamî Îrfan Mela Elî civiya.
Piştî civînê di konferansek çapemeniyê de Nêçîrvan Barzanî got:Di hilbijartinê de ne tenê ew her pênc alî (PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Komela Îslamî) biser ketin, lê hemû Kurdistan biser ket. Hêviya me jî ew e ku Kurdistanê ber bi qonaxeke nûtir ve bibin.’‘
Sekreterê Tevgera Îslamî Îrfan Mele Elî jî got:‘’Wek Tevgera Îslamî me hê biryara xwe nedaye ka beşdarî hikûmetê bibin an na, niha hê zûye bo wê biryarê. Hêviya me ew e kabîne heştem ya ji heftem bihêztir be û karên cidî bike bo hevwelatiyên Kurdistanê.
Wek din heman rojê de Nêçîrvan Barzanî serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Partiya Komunîst Kemal Şukur civiya.
Piştî civîna Nêçîrvan Barzanî konferansek rojnemevanî de got: Ya ku me li hev kom dike hevpeymaniya PDK û Partiya Komunîst e, nerînên me nêzîkê hev in, îro jî piştgiriya xwe bo proseya siyasî nîşan dan û evna jî dilxweşker e. Herwiha tu mercên Partiya Komunîst jî nebûn bo pêkanîna hikûmetê.
Nêçîrvan Barzanî û Kemal Şukur
Li ser rewşa bajarê Silêmaniyê jî Neçîrvan got: Li ser wê rewşa li Silêmaniyê heye em nabin navbijên, em dê erkê xwe wek hikûmetê li Silêmaniyê yan her cihekî din cîbicîh bikin, xeta me ya sor têkdana rewşa ewlekariyê ya û em ji hîç aliyekî qebûl nakin ku asayîşa wî bajarî têk bide.
Di konferansa rojnemevanî de sekreterê Prtiya Komunîst jî got:Peywendiya me ya ligel PDK’ê dîrokî ye û di dema xwe de me nan û dew bi hevre xwariye, em kêfxweş in ku niha hikûmeta herêmê heye, di demekê de ku em dizanin gelek tişt hatine kirin, em çaverê dikin hikûmeteke nû û pêşketî were pêkanîn ku sûd ji kesên xwedan şiyan bê wergirtin û kesên hêja li cihên hêja bin.