Civak

PKK xwe amade dike ku êrîşê berpirsên PWDê bike

Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistanê di derbarê hinek nivîsandinên di derbarê wan de derketîn daxuyaniyek belav kirin.

PWD daxuyaniya xwe de dibêje, ji weşanên girêdayî PKKê malpera Lêkolîn de nivîsek di derbarê partiya me de derket hatiye nivîsandin, bi awayek eşkere ev nivîs hevalên me dike armanca êrîşên PKKê.

Ji berî niha jî bi Navê Ferda Çetin nivîsek di derbarê me de derket û dûvre êrîşa Koyê pêkhat. Nihajî kesek bi navê Goran Akreyî nivîsek belav kiriye û di derbarê me de tiştên ne rast dibêje û nirxandinên ji rastiyê dûr dike. Em dizanin ew  nûçeya ku rojnama Tarafê de hatî belav kirin jî derewek ya PKKê ye.

Raste  em niha ji bo pêşeroja Kurdistanê di nava hewldanekide ne. Me tu cara ji bo xebata netewî bawerîya xwe winda nekiriye. Ji bo vê jî em ji sala 2004ê pêde armanca êrîşên PKKê ne.

PKKê havalên me yên wek  Kani Yılmaz, Hikmet Fidan, Sipan Rojhılat û Kemal Şahin jî nav de 8 kes qetil kirine. Niha jî bi derewan dikin û dibêjin ku me kurê Salih Muslim kuştiye. Ev derewek mezine û PKK ji bo êrîşê hevalên me bike zemînê amade dike.

PKK  dizanê eger me ji bilî metodên siyasî metodên din karanîbûya dê encam bi awayek dibûna. Heta niha ji bo xebata siyasî zererê nebîne, me bi metodên PKKê bersiva wan nedaye.

PKK ji hêz û potansiyela me ditirse.Ji bo vê jî  derewan vedike.

Em dizanin ku PKKê 30 kes ji hêza xwe ya taybet  rêkirine deverên ku em lê dimînin. Malpera Lêkolîn jî ji bo êrîşekî zemînê amade dike û êrîşê me dike û xeberên derew belav dike.

Em bangî PKKê dikin, bila zilamên xwe şûnve bikişîne. Em bi tabetî dibêjin Cemil Bayik  bila devji  van êrîşan berdê. Herweha ji dev kampanyên xwe yên derewan berdin.

Back to top button