Wezareta Derve ya Swîsreyê: Em li bakurê rojhilatê Sûriyeyê aramiyê dixwazin

Wezareta Derve ya Swîsreyê ji Rûdawê re got: “Em ji rewşa li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ji ber rageşiyên heyî yên di navbera komên cuda yên nifûsê de, pir bi fikar in. Em pêşketinên li herêmê û derveyî wê ji nêz ve dişopînin.”
Beşa medyayê ya Wezareta Derve ya Swîsreyê di bersiva e-nameyek ji Niyaz Mustafa, edîtorê maseya navneteweyî ya Rûdawê de got: “Em banga aramiyê dikin û hemû aliyan teşwîq dikin ku rêzê li qanûnên navneteweyî bigirin, di nav de qanûnên mirovî yên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan.”
Wezaretê got: “Em bi berdewamî bi hikûmeta veguhêz re di têkiliyê de ne û em bi berdewamî erkên xwe yên li gorî qanûnên navneteweyî ji rayedarên hikûmeta veguhêz re tînin bîra wan.”
Wezareta Derve got: “Swîsre piştgiriyê dide xwestekên gelê Sûriyeyê yên ji bo jiyanek azad, ewle û bi rûmet. Em pabendî pêvajoyek veguhêz a siyasî ya berfireh li Sûriyeyê ne ku hemû beşên civakê tê de beşdar bibin.”
Wezareta Derve ya Swîsreyê dibêje ku divê hikûmeta Sûriyeyê parastina mafên mirovan ji bo hemû civak û komên nifûsê misoger bike.


