PolîtîkRojev

Bahçelî di guruba partiya xwe de axivî û rexneyên tund li DEMê kirin

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di gurba partiya xwe ya parlementoyê de axivî û behsa rewşa siyasî kir.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî li ser bûyerên li Sûriyeyê bi tundî rexne li Mazlum Abdî û Partiya DEMê kir. Bahçelî Mazlum Abdî wekî “kuklayek Îsraîlê, bêrêz û bêwefayê li hember rêveberiya damezrîner a PKKê” bi nav kir, û got ku, daxuyaniyên rayedarên Partiya DEMê, ku bi “Em Tirkiyeyê hişyar dikin” dest pê dikin, ji hêla niyeta wan a spîkirin û piştgiriya wan a HSD û YPGê ve pirsgirêkan peyda dike.

Bahçelî bi tundî rexne li DYA û Îsralê jî kirin.

Bahçelî di derbarê Bûyerên li Îranê rû didin de got: Piştî kêmbûna nirxa rîala Îranê, xwepêşandanên ku ji hêla bazirganan ve li bazara sergirtî ya Tehranê hatine destpêkirin li seranserê welêt belav bûne. Ev aliyekî madalyayê ye. Aliyê din jî provokasyonên emperyalîst ên li dijî Îranê ne. Di tundûtûjiya li Îranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Aloziya Îranê welatên herêmê tehdît dike.

Heta zarok jî dikarin qebûl bikin ka kîjan hêz dixebitin û kîjan plan têne bicîhanîn. Nasnameya kesên ku li Îranê dixin û operasyonên veşartî pêk tînin tê zanîn. Gef pir nas û nêzîk e. Ez we vedixwînim ku hûn li ser wekheviyên di navbera xwepêşandanên “Parka Geziyê”ya li Stanbulê û bûyerên li Îranê de bifikirin. Tevgera DYA û Îsraîlê ber bi helwestek êrîşkar a li dijî Îranê gavek nêzîktirî şerekî konvansiyonel ê cîhanî ye.

Divê li dijî bûyerên li Îranê bê derketin. Îro roja yekîtiyê ye. Gelê Îranê dê destûrê nede projeya emperyalîst serbikeve.

BÛYERÊN LI HELEBÊ:
Şer û pevçûnên li taxên Helebê ji her alî ve mirov dixe nav fikaran de. YPG/HSD di her alî de şaşî kiriye. Trump di cih de xiyanet li wan kiriye. Hebûna rêxistinî ya PKKê hatiye hilweşandin. Çarenûsa berfirehkirina vê rêxistina terorîst divê heman be. Banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê vexwendinek ji bo aştiyê ye. Ew hemî avahiyên rêxistina cudaxwaz girêdide, û YPG/HSD ji vê yekê serbixwe nîne. Terorîstê bi navê Mazlum Abdî kuklaya Îsraîlê ye. Kes nikare bêje, an jî divê nebêje, êrîşî birayên me yên Kurd li Helebê kirine. Xwîna birayên me yên Kurd xwîna me ye, êşa wan êşa me ye. Ew HSDû YPG ne ku sivîlan wekî mertalên mirovî bi kar anîn û ew ber bi mirinê ve birin.

REXNÊN PARTIYA DEMÊ LI SER HELEBÊ
Daxuyaniyên rayedarên Partiya DEMê, ku bi “Em Tirkiyeyê hişyar dikin” dest pê dikin, pir xemgîn û pirsgirêk in. Dema ku her qurbaniyek di pêvajoya bidestxistina Tirkiyeyek bê terorîzmê de tê dayîn, derketina kolanan û tevlîbûna retorîkên tûj bi hinceta Helebê dê sûdê nede tu kesî.

Çawa danûstandin bi rêxistinek terorîst a di bin kontrola Îsraîlê de têne kirin? Komara Tirkiyeyê çawa dikare şermeke wisa pesend bike? Hevpeyvîner ji bilî serokê damezrîner ê PKKê kesek din nîne. Ez bawer dikim ku dubarebûna nexweşiyên kevin ên Partiya DEMê dê bi exlaqê berpirsiyariyê re nakok be. Di vê rewşê de, hejandina tiliya wan a li Tirkiyeyê nayê bexşandin.

“EM AMADE NE KU TIŞTÊN PÊWÎST BIKIN”

MHP deriyên xwe ji bo her zarokekî miletê me vedike. MHP û Tifaqa Gel dilê xwe ji bo her kesê ku dibêje ev welat a wan e vedikin. Dema pêş de hişyarî, û aqil hewce dike. Bila miletê Tirkiyeyê rehet be. MHP û Tifaqa Gel ji bo biratiyê hene. Divê neyê jibîrkirin ku heke hebûna neteweyî bikeve xetereyê, em amade ne ku tiştê pêwîst bikin. Ev welat ne pê parêzvane, milet bêçare nine.

Back to top button