CîhanRojev

Biryara Trump ya di derbarê Îranê de bandorek mezin li Tirkiye dike..

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi eşkereyî cezayên bazirganî yên nû li ser welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin ragihand. Trump di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku, welatên ku têkiliyên bazirganî yên bi Îranê re didomînin dê ji bo bazirganiya xwe ya bi Amerîkayê re 25% bacê bidin.


Trump di posta xwe de tekez kir ku tedbîr tavilê ket meriyetê û biryar “dawî û teqez” bû. Qesra Spî hîn metnek berfireh a biryarê belav nekiriye


Li gorî nûçeyên BBC, hevkarê bazirganî yê herî mezin ê Îranê Çîn e, piştî wê Iraq, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Tirkiye û Hindistan tên. Piştî vê daxuyaniyê, cihgirtina Tirkiyeyê di nav pênc hevkarên bazirganî yên herî mezin ên Îranê de bala Tirkiyeyê kişandiye ser xwe.

Back to top button