Hejmara qurbaniyên xwepêşandanên li Îranê gihîşt 646 kesan.

Xwepêşandanên girseyî li Îranê berdewam dikin, xwepêşandan ku di 28ê Kanûnê de ji ber lêçûna bilind a jiyanê dest pê kirin û veguherî xwepêşandanên dijî rejimê, rêxistina civaka sivîl a bi navê Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê li Amerîkayê hejmarên herî dawî yên li serqurbaniyan ragihand.
Di daxuyaniya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê de, dibêje ku hêjmara miriyan herî kêm gihaye 646 kesan. Daxûyaniyê de dibêje: “Di nav van de 505 xwepêşander hene, ku 9 ji wan zarok in, 133 leşker û karmendên sepandina qanûnê, 7 sivîlên ku beşdarî xwepêşandanan nebûne, û 1 dozger.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin dozên mirinan di bin lêpirsînê de ne, û hat gotin, “HRAyê 579 raporên mirinê yên din wergirtiye ku niha di qonaxa serastkirinê de ne .”

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine girtin gihîştiye 10,721an, û hat gotin ku “Xwepêşandanên ku li 606 cihan li 187 bajarên Îranê belav bûne, tevî ku ragihandin bi tevahî qut bûye jî berdewam dikin.
Di daxuyaniyekê de ku duh ji hêla HRA ve hat dayîn, hat ragihandin ku hejmara kesên ku di xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûnê ve li Îranê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye herî kêm 544an, û hejmara kesên ku hatine girtin jî gihîştiye 10,681an.


