Cîhan

Rewşa dawî li Helebê..!

Hêzên Sûriye danxûyakirin ku, wan bi temamî Heleb kontrol kirine û bajar bi temamî ketiye di bin kontrola wan de û herweha dibêjin ku şer xilas bûye.

Navenda çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser li Helebê raporên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yên ku dibêjin ji sedî 90ê taxa Şêx Meqsûd hatiye kontrolkirin, red kir.

Çapemaniya Rêveberiya Xweser li Helebê, gotin ku îdiayên hikûmeta Şamê “derew û şaş” in û ti eleqeya wan bi rastiyê re tune ye. Li gorî hêzên rêveberiya xweser, ev gotegot tenê ji bo veşartina “sûc û binpêkirinên ku ji hêla milîsên hikûmetê ve li dijî sivîlên li taxê hatine kirin” in.

Li gorî daxuyaniyê, şerên dijwar li kolanên taxa Şêx Meqsûd di navbera her du aliyan de berdewam dikin û zirarên mezin dane hêzên hikûmetê. Di heman demê de, artêşa Sûriyeyê topbarana taxê didomîne, bi zanebûn binesazî û nexweşxaneyan dike hedef da ku niştecihan bitirsîne.

Artêşa Sûriyeyê got ku wan operasyona ewlehiyê li taxa Şêx Meqsûd temam kiriye. Şerê li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de zêdetirî 159,000 kes koçber bûne.

Back to top button