Cîhan

Diakurd piştgîriya gireva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê dike

Piştî berfirehbûna xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, heft partiyên diyar yên wê para welatê me di bin navê Navenda Diyalogê bi banghêştekî hevpar ji hevwelatiyên me li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kirin ku bo desteka xwepêşandanên rewa û şermezarkirina hêrişên rejîma Îranê dijî xelkê medenî, li roja pêncşemê 8/1/2026 GIREVA GIŞTÎ bikin.

Xwepêşandanên 10-11 rojên bihurî li zêdeyî 200 bajar û bajarokên Îranê birêveçûne. Mixabin weke hemû caran daxwazên xelkê nerazî bi kuştin, girtin û tundutîjiyê hatiye bersiv dan. Rejîma Îranê bo careke din nîşan daye ku bo mana xwe li ser deshilatê amadeye heta çekên giran jî li hemberî xelkê sîvîl bi kar bîne. Xelkê nerazî li gelek cihan tûşî tundutîjîyê û teqeya rastexo ya pasdar û besîcên ser bi rejîmê hatin û heta niha zêdeyî 30 kes şehîd bûne, bi sedan kes birîndar bûne û zêdeyî 2000 kes hatine girtin. Beşek mezin ji wan qurbaniyan xelkê dewerên Kurdistanê yên weke navçeya Melekşa ya Îlamê û Kirmaşan û Loristanê ne.

Bangewaza hevpar ya heft aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê nirxekî gelek taybet heye û şayenê destekê ye. Bi hewlekî wiha aliyên siyasî pêngavekî nû hilgirtine bo bihêzkirina yeketiya me ya neteweyî û berxwedana gelê me ya rewa dijî rejîma Îranê. Bang bo girevekî seraserî rêbazekî medenî û pêşketî ya nîşandana destekê bo xwepêşandanên dijî rejîmê û nefreta rastexo ji Komara Îslamî ya Îranê ye.

Em bi navê Diakurdê û rêkxistinên endam sererayî piştgîriya xwepêşandanan û şermezarkirina rejîma Îranê pêşwaziya wê bangê dikin û hêvî dikin gelê me li hemû dewerên rojhilatê Kurdistanê tewlî gireva giştî bibin. Êdî dem hatiye gelê me bi girseyî li hemû dewerên Kurdistanê nefret û nerazîbûna xwe ji wê rejîmê bi komelgeha navneteweyî û hemû cîhanê nîşan bide.

Em daxwaz ji Navenda Diyalogê û partiyên endam di wê navendê de dikin bo rêkxistina çalakî û xwepêşandanên girseyî li diyaspora û gehandina daxwazên gelê me bi navendên navneteweyî hemahengî û xebatekî berfireh bikin. Em weke Diakurd û rêkxistinên endam amadeyiya xwe bo hevkarî û beşdarî di wan çalakiyan de radigehînin.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
7/1/2026

Back to top button