Cîhan

Trump bala Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez kişand.!

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez xwar û eger ew bi Washingtonê re hevkariyê neke, ew ê “bedeleke mezin” bide. Ev yek piştî ku hêzên Amerîkayê Nicolas Maduro di operasyonekê de girtin û ew şandin zindanê pêk hat.

Trump di hevpeyvînek kurt de bi kovara The Atlantic re got, “Eger ew (Rodriguez) tiştê rast neke, ew ê bedeleke pir mezin bide, dibe ku ji ya Maduro mezintir be.”

Brezîlya, Şîlî, Kolombiya, Meksîka, Uruguay û Spanyayê roja Yekşemê daxuyaniyek hevbeş dan û li dijî her hewldanek biyanî ya ji bo “kontrolkirina” Venezuelayê derketin. Wan dûrxistina Maduro red kirin û fikarên kûr li ser her hewldanek ji bo desteserkirina çavkaniyên xwezayî û petrola welêt anîn ziman.

Li hundir, Wezîrê Parastinê Vladimir Padrino di axaftinek televîzyonî de piştgiriya artêşê ji bo biryara Dadgeha Bilind a ku Delcy Rodriguez wekî seroka demkî ji bo 90 rojan tayîn dike, anî ziman. Padrino ji welatiyan xwest ku çalakiyên aborî û perwerdehî normal bikin.

Derbarê helwesta Rodriguez de, Trump îdia kir ku wî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re axiviye û “amade ye ku her tiştê pêwîst bike.” Lê Rodriguez piştî ku dest bi kar kir, helwestek berevajî girt û got: “Li vî welatî tenê yek serok heye, Nicolas Maduro,” û êrîşên Amerîkayê wekî “êrîşa hovane” bi nav kir.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Rûsyayê Dmitry Medvedev nivîsand: “Tîma Trump ji berjewendiyên Amerîkayê re bêxem e û dûrxistina Maduro ti eleqeya wê bi madeyên hişber re tune ye û tenê ji bo petrolê ye.” Wî got: “Karbidestên Amerîkî qebûl kirine ku ev dûrketin ji bo petrolê ye.”

Li gorî Kovara Navneteweyî ya Petrol û Gazê, rezervên giştî yên petrolê yên cîhanê bi qasî 1.73 trîlyon bermîl in. Venezuela xwedî rezervên herî mezin e ku 303.22 milyar bermîl e, an jî ji sedî 17.52ê rezervên petrolê yên cîhanê.

Back to top button