Serokê Kurdistanê û şanda li gel dema ji Diyarbekirê rê ketin berbi Başûrve çûn bi amadebûnek ji bo xwedê hafîziyê lê bikin hate kirin. Li Silopî bi hezaran xelkê herêmê daketin ser rêya Barzanî têre derbas bibe.\n\nCardin di destê xelkê de û Ciwanên Kurdistanê de ala Kurdistanê hebû. Bi sloganên bijî Kurdistan, bijî serxwebûn , serok Barzanî hatin avêtin.\n\nRoja serokê Kurdistanê serdana Diyarbekir kirî û heta ji derbasî Başûrê Kurdistanê bûyî Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi amadebûnek mezin pêşwaziya serokê Kurdistanê kirin.\n\nXelk ji Şirnex, Cizîrê û Silopiya dema Barzanî ji Diyarbekirê rêketî ketin li ser rê heta şêv man li ser rê daku xwedêhafiziyê li Serokê Kurdistanê bikin.\n\nSerokê Kurdistanê hun bi xêr herin Başûr we Bakur jî ronî kir.