Daxuyaniya Al Partiyê
DAXUYANIYA SEROKÊ GIŞTÎ YÊ AL PARTIYÊ BO ÇAPEMENIYÊ
Welatê me xwedanê dewlemendiya çandeke kûr e. Ji ber hindê rêzdar Mesûd Berzanî û rêzdar serokwezîr Erdogan, temsîla 40 milyon Kurd li Rojhilata Navîn dikin ku ew wek sêwiyên umetê hatine binavkirin, herweha temsîla wijdan û nirxê wan jî dikin. Welatê me bûye dergûşa olên cuda û qada medeniyetê.
Hevdîtina herdu serokan li Diyarbekira me ya kevnare û xwedîşan, dê qezenceke mezin bigehîne Tirkiyeyê, wê Pêvajoya Aştiyê normal bike û jê re bibe aramî jî.
Şivan Perwerê ku ev e 37 sal in li biyanistanê dijî, tawanê wî tenê ku mirovatiya gerdûnî, ziman, mûzîka bi Ibrahîm Tatlises re, dê bibin tercûman û hesreta biratiya Kurd û Tirk.
Em daxwaz dikin ku Pirsgirêka Kurd ji nava penceyê cewr û istismarê derkeve û gelê me bi siyaseteke kame bigehîne aramîyeke xweş û pêşketinê.
Eger Tirkiye Pêvajoya Aştiyê bêsiqûmat ji vegerokê derbas bike, wê ji bo Rojhilata Navîn a Nû bibe modela payeyeke nû. Wê ev model bi avzêrê li rûpelên mêjû wek Payeya Tirkiyê jî bête nivîsandin.
Di vê babeta hevdîtinê de, dilpakî û êminatî, bi lihevbanîna nijadmendî û rihekî demî hatiye lihevpêçan.
Pêvajo divê ne bi hesabê siyasî yên piçûk be, lê nêzîkbûna wê divê bi dilxwazî, bi rastî û aqilane çêbibe.
Di vê pêvajoyê de, divê partiyên siyasî, zanîngeh, Hêza Çekdar a Bergîriya Tirkiyê, saziyên fikirandinê, aqedemisyen, eger li analîzên civakî û siyasî berdewam bibin, dê sûdeke mezin derkeve holê.
Divê ku desthelat jî û muxafelet jî, li axaftin û kiryarên xwe balkêş bibin.
Em wek Partiya Alternatîf û Guhartinê, ji serê vê pêvajoyê ve jî, ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve, me girtiye destan û jê re dibin alîkar ji bo aramiya Pêvajoyê û em xwe berpirsê vê yekê jî dibînin.
Îro li asîmanê herêma Diyarbekirê, dema ku stranên biratî û aştiyê dengvedêrî bikin, ew dê mêjûyê bidin jiyandin û binivîsandin.
Mustafa Reşit Burkan
SEROKÊ GIŞTÎ YÊ AL PARTİYÊ