Semînerek li Komeleya Oldarên Kurd
SEMÎNERA ZEYNELABIDÎN ZINAR
LI KOMELEYA OLDARÊN KURD
Roja (13/ 11/ 2013) li Stembolê semînera Zeynelabidin Zinar li Komeleya Oldarên Kurd hebû.
Semîner berî nivêja Înê, saet 11.20 li avahiya komeleyê hate lidarxistin. Bi qederê 70 endam ku hema bêje tev mele ne, beşdar bûne.
Çewa ku tê zanîn, Kemeleya Oldarên Kurd a Stembolê li taxa Şêrînevlerê ye û di avahiya xwe ya xwemalî de salona mezin çendî ku weke mizgeft hatiye xemilandin, lê belê civîn û semînerên xwe jî li wirê didine kirin.
Zeynelabidin Zinar li ser kursiyê we´zê rûnişt û dest bi axaftina xwe kir. Piştre Şêx Mihemed jî, Xutbe xwend û nivêja înê li pêşiya civatê kir.
Axaftina Zinarî ev e li jêrê:
MEDRESEYA KURDÎ
Û
BERPIRSYARIYA PEYREWÊN MEDRESEYÊ
PEYREWÊN MEDRESEYA KURDÎ
Birayên Hêja!
Seydayên Dilovan!
Bêguman hûn tev, bav û kalên we, dersdar û pêşikvanên we, peyrewên Medreseya Kurdî bûne.
Ev e li dora 600-700 salan e ku we, Neteweyê Kurd îdare kiriye.
– Hûn wek meleyên Kurd, we ji pêşikvantiya olî zêdetir, we ji xelkê Kurd re bavîtî, lawîtî û rêncbertî kiriye.
– We çare ji hemû derdên xelkê re dîtiye û we kulên wan derman kiriye.
– Hûn ji xelkê xwe re, bûne şêwirmend û dadmend.
– Hûn ji xelkê xwe re, bûne hikûmdar û hêzdar.
– Hûn ji xelkê xwe re, bûne rêber û pêştekvan.
– Hûn ji xelkê xwe re, bûne lehengê aştiyê.
– Eger bi kurtî bêjim, hûn meleyên Kurd, we hemû texlît alîkarî û fedekarî û canfidatî ji miletî re kiriye.
– Zimanê kurdî yê nivîskî jî, tenê bi destê peyrewên Medreseya Kurdî hatiye nivîsandin.
– Sedsala Bîstî jê derxe, nivîskarekî tenê jî nayê dîtin ku ew ne ji bingeha Medreseya Kurdî hatibe.
– Di vê meselê de divê ku hûn tev serbilind bin, serfiraz bin, ji aliyê wijdana xwe ve rihet û aram bin, û divê hûn bi xwe û vê saziya xwe ya pîroz bipesinin. Piştî koça dawîn jî, divê çavên we vekirî nemîne.
Baş e, li virê pirsa sereke ku tê hişê mirov ev e:
– Gelo di van 30-40 salên dawiyê de, çima meleyên Kurd wisa kêm ketine û wê rûmetmendiya xwe wenda kirine?
Helbet ev pirs hêjayê lêkolîneke berfireh e ku bête kirin.
ZIMAN
Ez ê hinekî li ser Zimanê Kurdî bipeyivim:
Giringiya axaftina bi Zimanê Kurdî, pêdiviyeke demanî ye ji bo her kurdekî.
Ji ber ku her zimanekî cuda, ayetek ji ayetên Xwedayê dilovan e ku bi kerema xwe wek diyarî daye mirovan.
Çewa ku Xwedê di Qurana pîroz de gotiye:
”We min ayatîhî xelqus-semawatî we-l erdî we îxtilafû el sînetî kum we elwanîkûm…” Ziman û rengê xelkê erd û asîman, her yekê ayetek ji ayetên min in.. Sûret: Rûm. Ayet: 22.
Nexwe madem ku zimanê her miletekî ayetek ji ayetên Xwedê ye, bêguman Zimanê Kurdî jî ayetek ji ayetên Xwedê ye. Di vê babetê de kesê bawermend Zimanê Kurdî nikar û mandela bike, ew dibe kafir.
Xwedayê dilovan tenê bi vê Ayetê jî nemaye û derheq hinartina pêxemberên xwe de jî wehga gotiye:
”We ma erselna mîr-resûlîn illa bi lisanî qewmî hî lî yûbeyyîne lehum…”
Me pêxember nehinartine, illa bi zimanê her miletekî hatine hinartin, da bi zimanê wan emr û fermana Xwedê bibêjin. Sûret: ÎBRAHÎM. Ayet: 4.
Bi ayeteke din jî, Xwedayê mezin weha gotiye:
”We ma erselna minrresûlîn îlla bi lîsanî qewmîhî…”
Ayet: 4, sûret: ÎBRAHÎM.
Bêguman di nava 313 pêxemberên xwedanumet de, pêxemberên Kurd jî hebûne, û bi Zimanê Kurdî emr û fermanê Xwedê ji Kurdan re gotine.
Niha gora neh pêxemberan li Gêlêya (Egil) Amedê ye. Tê gumankirin ku ew Pêxember tev, ji nijada Kurd bûne.
Baş e, nexwe madem ku rewşa zimên ev e, divê her Kurd bi zimanê xwe bipeyive, pê bisêwire, pê vîn û daxwazên xwe bi cih bîne.
Me hinekî behsa zimên kir.
Baş e, gelo Kurd kî ne û çi tişt in?
Li gor hin açavkaniyan, 10 hezar sal Berî Îsa Pêxember, du birr mirov li vê herêma ku dibêjin MEZOPOTANYA hebûne. Ji yekê re KÛTÎ û ji ya din re KURTÎ dihate gotin.
Piştre zarûkên wan di pêvajoya demê de li vê herêmê 10 dewlet û 2 Împeretorî ava kirie.
Zimanê Kurdî, ji Famîleya Hindoewrûpê ye û di nêv şaxê Hindoîranî de cih girtiye.
Ew 44 dewletên ku niha bi vî zimanê Hindoewrûpî dipeyivin (ji bilî Kurd, Faris, Belûc, Pakistan û Efganistanê) pir berepêş çûne, dewlemend bûne û li dinyayê bûne xwedanê nûjentirîn desthelatiyan.
Bêguman dema mirov di kûrahiya mêjû de li van rewşên hanê dinihêre, mirov bi awayekî eşkere fêm dike ku Neteweyê Kurd Bavê Medeniyet û şaristaniyê ye.
DESTPÊKA MEDRESEYA KURDÎ:
Em ê vegrin nser babetê Medreseya Kurdî:
Bêguman babetê Medreseya Kurdî pir fireh e. Îro rewşenbîrên Kurd bi xwe jî, agahdariya wan a zêde li ser Medreseya Kurdî tune.
Medrese ango cihê dersê.
Kesê ku ders dide, bi kurdî jê re SEYDA tê gotin.
Ev peyvika SEYê, bi kurdî navê dersê ye. Peyvika DAyê jî, lêkera dayînê ye. Yanî kesê ku ders dide.
Çewa ku tê zanîn, medrese cara pêşî li bajarê Medîneya pîroz sala 622yên Zayînê vebûye û tê de tenê xwendina olî hatiye dayîn. Piştre her ku çûye, medrese li hin welatên ku ola Îslamê pejirandine jî, hatiye vekirin.
Medreseya pêşî li Kurdistanê, di sala 950 de li bajarê Hemedanê vebûye û hin bi hin ew sazî li herêmên kurdnişîn belav bûye.
Rewşenbîrê pêşî ku ji vê Medreseyê derketiye jî, Baba Tahir Hemedanî (938-1020) bûye.
Siltan Selahedînê Kurdî yê Eyûbî (1138-1193) Medreseya Kurdî daye guhertin û gelek şaxên zanistiyê tê de bi cih kirine û wek zanîngeh daye domandin.
Siltanê Kurd vê sistemê li Misrê jî daye bicihkirin.
Bi vê guhertinê, gelek rewşenbîrên mezin, hem ji Medreseyên Kurdî û hem jî, ji yên li Misrê xasma Ezherê derketin qada jiyanê.
Bêgum bipêşveçûna Medreseya Kurdî, li hesabê hin hêzên dîktator neçûye. Ji ber hindê, di Sedsala 13,14 û 15yan de, piraniya wan Medreseyên Kurdî ku şûna zanîn û zanistiyê bûne, hatine şewitandin û wêran bûne.
Bi kurtî serpêhatiya medresê weha bûye:
– Sala 1250, medreseyên li herêma Diyarbekir, Xelat, Şarezûr û Hewlêrê, ji aliyê Mogolan ve hatine şewitandin.
– Sal 1386 hetanî 1403, Kurdistan di destên leşkerên Tîmorleng de maye û di serê pêşî de medreseyên kurdî hatine şewitandin.
– Sal 1501, medreseyên ku ji ber şewitandina Mogol û Tîmorleng filitîne jî, vê carê ji aliyê Sefewiyan ve hatine şewitandin.
Sê şahên Sefewî, ji ber ku Kurd rêçika ŞÎAtiyê nepejirandine, bi dehhezaran serê Kurdan bi şûr jêkirine û di wê navê re piraniya medreseyên Kurdî şewitandine.
Ew Şahên xwînxwar ev bûne:
Şah Ebbas Sefewî (1501), Şah Îsmail Sefewî û Şah Tahmasp Sefewî.
Ji ber hindê ye ku Mewlana Idrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bûye Yawiz Sultan, di 1514an de, peymanek bi navê Peymana Amasyayê, li ser bingeha biratî û hevkariya Kurd û Tirk îmze kirine. (http://ku.wikipedia.org/wiki/Peymana_Amasyay%C3%AA)
Ew Peymana biratiya Kurd û Tirk, 125 sal bêkêmasî domandiye. Lê di 1639an de îcar Sefewî û Osmanî bi Peymana Qesra Şêrînê, axa Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirine. Bi wê yekê bêhizûrî ketiye nêv Medreseya Kurdî jî.
Piştî vê peymanê, ew Medreseyên Kurdî yên ku li aliyê Osmaniyan mabûn, hetanî dawiya Sedsala 18an jî, jiyana xwe di binê desthelatiya mîrên Kurd de domandine.
Lê mixabin di Sedsala 19an de, astengî ketine pêşiya Medreseya Kurdî. Sedsala 20î jî, ji xwe Kurdan ji hem mafên xwe bêpar mane, û ev sedsal wek Sedsala Reş hatiye binavkirin.
Hêjaye bê gotin ku Mele Seîdê Kurdî (Bedîuzzeman) 800 sal piştî Siltan Selahedîn, xwestiye ku eynî guhertina ku gorbihişt Selahedîn di Medreseya Kurdî de kiribû, bide kirin. Lê mixabin desthelatiya Sitenbolê ew tawanbar kiriye, pêşî avêtine girtîgehê, piştre jî wek ”şêt” bi nav kirine û avêtine tîmarxaneyê.
Me li jorê behsa Sedsala Reş kir. Di vê sedsalê de, xasma jî ji 1926an bigir hetanî sala 2002yan, Rejîma Kemalîzmê bi hovîtiyeke mezin êrîş biriye ser medreseyên Kurdî û berhemên bi zimanê kurdî kirine tune. Xasma jî di dema wan cuntayên leşkerî ya 1961, 1971 û 1980yî de, gelek berhemên kurdî hatine şewitandin.
DI MEDRESEYA KURDÎ DE ŞAXÊN ZANISTIYÊ:
Pirsa sereke ev e ku heta niha jî rind bi xelkê me nehatiye zanîn ku çend şaxên zanistiyê, di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin?
Gelo ev yek çima nehatiye zelalkirin?
Sedemê nezelaliyê ev e:
Ev e 80 sa in, ku ziman û çanda kurdî ji aliyê Kemalîzmê ve hatibûne qedexekirin û derfet nebû ku rewşenbîrên Kurd ên Sedsala Bîstî vê saziya hezarsale binasin.
Bêguman ev ziman û çanda kurdî ya dewlemend ku heta niha jî hebûna xwe di nava Kurdan de parastiye, çavkaniya wê Medreseya Kurdî bû.
Vê saziyê ev e 1.060 sal in ku Neteweyê Kurd û hinek hindikahiyên ku di nava Kurdan de dijîn, rewşen kiriye û perwerdehiya wan li gor mercên demê, di asteke herî bala de daye domandin.
Ji dema Selahedînê Kurdî hetanî dawiya Sedsala 18an, ji 20î zêdetir şaxên zanistiyê yên cuda di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin:
1- Zanistiya Serf û Nehwa Erebî.
2- Zanistiya Tefsîra Quranê.
3- Zanistiya Hedîsa Pêxember.
4- Zanistiya Ilmê Mentiqê.
5- Zanistiya Edeba Behsê (uslûba axaftinê).
6- Zanistiya Meşqê (uslûba nivîsandinê).
7- Zanistiya Xweşbêjîyê (waz û nesîhet).
8- Zanistiya Belaxetê (ragîhandin).
9- Zanistiya Kelamê.
10- Zanistiya Hikmetê.
11- Zanistiya Qanûnê.
12- Zanistiya Feraizê (hiqûqa mîratê).
13- Zanistiya Wehdaniyetê (Eqîde).
14- Zanistiya Usûlê (tore û urf û adet)
15- Zanistiya Heyetê (astronomî û astrolojî).
16- Zanistiya Tendurustiyê (TIB)
17- Zanistiya Hesabê (matematik).
18- Zanistiya Felsefê.
19- Zanistiya Siyasetê.
20- Zanistiya Leşsaxiyê.
Ev şaxên zanistiyê yên di Medreseya Kurdî de ku dihatin xwendin, li Cihana Îslamî nedihatin xwendin. Ji ber ku li ba wan miletanên bisilman, medrese tenê saziya ol û ayînê bûye. Lê belê li ba Kurdabn, medrese ji ol û ayinê zêdetir, hêlîna zanîn û zanistiyê bûye.
Lê mixabin ev şaxên zanistiya Medreseya Kurdî, di van dused salên bihurî de, pir kêm bûne.
Demek hatiye tenê 12 şaxên zanistiyê di Medreseya Kurdî de hatine xwendin, piştre jî 7 şax hatine xwendin.
Ji ber vê yekê ye ku îro jî, Kurd ji hinek meleyan re dibêjin ”Melê Dozdeilmî””jî,er vê yekê ye, 00ye parastin bûne: an Kurd ji aliyê van sê şahên Sefewî ve hatine kuştîn û medreseyên wan hatine şewitandin. û ji hinekan re jî dibêjin ”Melê Heftilmî.”
SÊ TEXLÎT MEDRESE
Di van sêsed salên bihurî de, sê texlît Medreseyên Kurdî hebûne:
Yek: Medreseyên Mîran.
Dido: Medreseyên Şêxan.
Sisê: Medreseyên Weqfan.
Mixabin ew Medreseya Kurdî gelek caran bi paşverûtî û bi kevneperestî hatiye nirxandin. Xasma jî di Sedsala Bîstî de, zêdetir jî bi tehrîka Kemalîz û Komunîzmê çêbûye.
Îcar ji ber ku ez jî mîna we, ji çanda Medreseya Kurdî hatime û min dizanibû ku Medreseya Kurdî çiqas dewlemend û xurt e, min pirtûkek bi navê Xwendina Medresê nivîsî û di 1992an de li Stockholmê daye çapkirin.
(http://www.pencinar.se/bocker/Nr-14.htm)
(http://books.google.se/books?id=uU1kNAAACAAJ&dq=Xwendina+Medres%C3%AA&hl=sv&sa=X&ei=4uRbT4TLKOLk4QSSl_S4Dw&ved=0CDcQ6AEwAQ)
Ev pirtûk piştre li Zanîngeha Sorbûn (Parîs) û li zanîngeheke Londonê jî wek berhema dersê ji bo xwendevanên înglîz û fresiyan hatiye bikaranîn.
Di 1998an de jî li Parîsê esntîtuyeke navnetewî, kurtiya vê pirtûka min, hem bi zimanê îngilîzî û hem jî bi zimanê frensî nivîsiye û xistine nava pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê ”Islam des Kurdes” (2) weşandine.
Miletê Kurd, di van 3 hezar salên bihurî de, çendî ku 11 alfabeyên cuda bi kar anîye jî, lê belê di Medreseya Kurdî de, çendî ku bi awayekî fermî Alfabeya Erebî hatiye bikaranîn, li belê alfabeya Krîlî û ya Yunanî jî li hin medreseyan hatine bikaranîn.
NAVÊ ÇEND MEDRESEYÊN KURDÎ YÊN NAVDAR:
Çend Medreseyên Kurdî yên menşûr ku navê xwe di mêjû de bi cih kirine, ev in:
1- Medreseya Şêx Evdirehaman Baban
2- Medreseya Seyid Haşim,
3- Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir),
4- Medreseya Sor (Cizîra Botan),
5- Medreseya Feqiyê Teyran li herêma Cizîra Botan,
6- Medreseya Bazîdê ya Ehmedê Xanî,
7- Medreseya Şemdîzan,
8- Pênc Medreseyên li Bedlîsê (Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye, Şemsiye)
9- Medreseya Hîzanê,
10- Medreseya Miksê (Mîr Hesen Welî)
11- Medreseya Bêdarê,
12- Medreseya Findika Botan,
13- Medreseya Axtepeyê, (em ê li dawiyê behs bikin)
14- Medreseya Norşênê,
15- Medreseya Oxînê,
16- Medreseya Qerekoyê,
17- Medreseya Çûxreşiyê,
18- Medreseya Farqînê,
19- Medreseya Hawêlê,
20- Medreseya Amêdiyê,
21- Medreseya Sêrtê,
22- Medreseya Heskîfê,
23- Medreseya Tiloyê,
24- Medreseya Paloyê,
25- Medreseya Zoqeydê,
û bi sedan medreseyên wisa yên din…
Hin kesên navdar ku ji Medreseya Kurdî derketine û bûne malê mêjû.
Ji wan medreseyên kurdî zanayên pir mezin derketine ku di nava gelê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn, xasma jî li cîhana îslamî navûdeng dane.
Ew kes, çi di warê olî û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serhildanên li pêşberî zulmê de be û çi jî di warê zanist, vêje û helbestvaniyê de be, karên pir hêja kirine.
Hin şexsiyetên wisa zana ji Medreseya Kurdî derketine ku ew êdî bûne malê dinyayê, wek:
1- Siltan Silhedînê Kurdî (1138-1193) ku niha wek hîmdarê duyemîn ê ola Îslamnê hatiye nirxandin.
2- Îsmail Cizîrî (1136-1206) ew wek bavê robot û computerê hatiye pejirandi ku dunyaya me îro bi xêra afirandina wî gehaye vê qonaxa pêşketî.
3- Mele Goranî. Fehta Stenbolê jî bi hêza du Kurdan çêbûye. Yek Mele Goranî bûye (dersdar û şêwirmendê Fatih Siltan Mihemed bûye-1453). Kurdê din iî, di fetha Stenbolê de serleşkerê bi navê Zagros Bûye.
4- Mewlana Idrîs Bedlîsî… hindarê Peymana Amasyayê 1514.
– Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826) hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî.
– Melayê Cizîrî (1570-1640) xwediyê dîwana bi şan û şaneşîn.
– Feqiyê Teyran (1590-1660) li dinyayê duyemîn kes bûye ku
zimanê balinda dizanibû.
– Ehmedê Xanî (1651- 1707).
Mele Seîdê Kurdî (Norsî). Jînvedêrê ola Îslamê yê Sedsala Bîst bûye.
Şêx Mehmûd Berzencê.
Qazî Muhemed
Şêx Seîdê Pîranî
Mistefa Berzanî
Hezretê Norşênî ku di Şerê Cîhanê yê yekem de, serleşkerê giştî yê hêzên leşkerî yên bakûrê Kurdistanê bûye û li pêşber Çarên Rûs şer kiriye.
Herweha ev e çend kesayetiyên li jêrê ku berhemên Medreseya Kurdî bûne:
– Baba Tahir Hemedanî 938-1020
– Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).
– Feqe Reşîdê Hekarî.
– Mele Ehmed Huseyn Bateyî (1417- 1491).
– Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?)
– Mele Ûnis Herqetênî (1785- ?).
– Mele Xelîlê Sêrtî (1753- 1843).
– Mûrad Xanê Bazîdî (1772- 1832).
– Pertew Begê Hekarî (?.. – 1806).
– Selîm Silêman (Sedsala 16- 17).
– Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).
– Şêx Ebdulqadir (1908) Nehrî.
– Şêx Ubeydulah Nehrî.
– Şêx Ehmed Berzanî.
– Şêx Evdisselam Berzanî
– Şêx Elî Herîrî (1010- 10789).
– Şêx Evdirehman Axtepî (1850- 1910).
– Şêx Mehmûd Berzencî.
– Şêx Exlatî.
– Şêx Seîdê Pîranî.
– Şêx Ubeydulah Nehrî (1880).
– Seyîd Taha Nehrî.
– Xaris Bedlîsî (1758- ?)
Û bi sedan şaxsiyetên wisa…
SEDEMÊ RADANA MEDRESEYA KURDÎ ÇI BÛ?
Piştî 1925an, Mistefa Kemal bi navê “Kanuni Tedrisat” medreseyên kurdî dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan; heşifandin û pişaftina Kurdan û qutkirina Kurdan ji her tiştên wan yên pîroz û nijadî, xasma bêxeberhiştina Kurdan ji pêşiya wan bûye…
Ev Sedsala Bîstî, wek Sedsala Reş di ser Medreseya Kurdî re bihurîye; Kurd ji hemû heyînên xwe bêpar mane û zext û zordestiya li ser zimanê kurdî, pê re jî pişaftin û helandina Kurdan, wisa çêbûye ku Kurd îro bûn biyaniyê ziman û çanda xwe.
Zimanê Kurdî
Berî ku ez axaftina xwe bigehînim dawiyê, dixwazim hinekî behsa Zimanê Kurdî bikim.
Di Zimanê Kurdî de 4 zaravayên cuda hene:
– Kurdiya Rojhilat:
– Kurdiya Rojava:
– Kurdiya Başûr:
– Kurdiya Goranî:
– Li hemû welatên dinyayê, ziman saziyeke serbixwe te û ji Siyasetê cuda ye. Divê li kurdî jî her wisan bête nihêrtin.
– Di Zimanê Kurdî de Zayenda Peyvan pir girîng e.
– Mê %70
– Nêr %10-15
– Nêtr/ nêremok % 3-5
Me li jorê bi kurtî serpêhatiya Medreseya Kurdî got û hinek jî behsa Zimanê kurdî kir. Lê em bala xwe didinê ku dîsa jî Zimanê Kurdî xwe ragirtiye û nerûxaye.
Li gor lêkolîna min, ev çar saziyên li jêrê, bi awayekî xurt Ziman û Toreya Kurdî parastine:
1- Medreseya Kurdî.
2- Rêçika Şêxantiyê.
3- Sazûmana Axatiyê.
4- Dibistana Zindî (dengbêj û çîrokbêj).
Seydayên Hêja!
Îro her kes dibêje: ” Zimanekî Standart ji bo Kurdan, lazim e.” Ev daxwaz, ne daxwazeke rast e. Îro ji Kurdan re ne zimanekî standart, lê Alfabeyeke Yekgirtî lazim e.
Bêguman ew jî, alfabeya Latênî ye.
Bêguman, Kemalîstên komarê, ji 1925an ve wehşeteke mezin anîne serê Zimanê Kurdî. Lê belê va ye îro derfet hene ku Kurd xwe û zarûkên xwe fêrê zimanê xwe bikin. Bêguman Zimanê Kurdî, mîrata bav û kalên Kurdan e ku ji wan re wek diyarî maye. Parastina vî zimanî, îro jî berpirsyariya we seydayên hêja ye. Divê hûn dê û bavên zarûkan bidehfînin ku bi zarûkên xwe re bi kurdî bipeyivin, ji wan re çîrok û meselokên kurdî bibêjin, navê zatên weke Baba Tahirê Hemedanî, Siltan Silhedînê Kurdî, Mewlana Idrîs Bedlîsî, Mewlana Xalid Nexşebendî, Baba Kurdî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mele Seîdê Kurdî û bi sedan zatên wisa yên din bibêjin.
Spas ji bo ku min hinek ji zemanê we girt, her şad û bextewer bin…