Cîhan
Amerika li nijerya DAÎŞ kir armanc

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku artêşê di bin fermana wî de wekî fermandarê giştî êrîşek li dijî hedefên DAIŞê li Nîjeryayê pêk aniye. Trump got, “Min hişyarî da wan ku eger ew qetlîamên xwe yên li ser Xiristiyanan ranewestînin ew ê bedelên giran bidin. Îşev, ew bedel hat dayîn.”
Serok Trump ragihand ku artêşa Amerîkayê êrîşek li dijî hedefên DAIŞê li bakurê rojavayê Nîjeryayê pêk aniye.
Di daxuyaniyekê de li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth, Trump diyar kir ku wî wekî fermandarê giştî fermana êrîşê daye û got, “Min berê hişyarî da van teroristan, û gotîbû ku, eger ew gefên xwe yên li ser Xiristiyanan ranewestînin ew ê bedelên giran bidin. Îşev, ew bedel hat dayîn.”


