Cîhan

Balefira taybet a Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê li Enqere ket..

Balafireke ku Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê General Mihemed Elî El-Heddad tê de bû û ji Balafirgeha Esenboğa ya Enqerê ber bi Trablûsê ve firî, li gundê Kesikkavak ê navçeya Haymana ji ber sedemek hîn nediyar li çiyayî ket xwarê.

Dema ku gihîştin bermahiyên balafirê, hate ragihandin ku di qezayê de tu kes sax nemaye

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, li ser vê pêşveçûnê ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsînek li ser qezaya balafirê ya li Haymanayê, ku Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê General Muhammed Elî El-Heddad û rêwiyên din tê de bûn, dest pê kiriye.

Balafira ku Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê û şandeya leşkerî ya ku bi serdaneke fermî li Enqerê bûn, li devereke çiyayî ya navçeya Haymana ji ber sedemek hîn nediyar ket xwarê. Kes sax nema. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku lêpirsînek li ser qezaya balafirê hatiye destpêkirin, û 4 dozger di bin koordîneya cîgirê serdozger de hatine destnîşankirin

Wezîrê Parastin Yaşar Güler û Serfermandarê Giştî, General Selçuk Bayraktaroğlu, li Enqere ji bo hevdîtînan pêşwaziya El-Heddad kirîbûn.

Back to top button