Polîtîk

Ensarioglu:Divê em zimanê aştiyane bi karbînin..

Dîmenên parêzvanên Serokê Mesûd Barzanî yên di Sempozyûma Melaya Cizirî de, li Tirkiyeyê nîqaşeke giştî derxist holê. Li ser vê mijarê Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirêê Galip Ensarîogludaxûyaniyek da.

Ensarîoglu daxûyaniya xwe ya di kanala 8ê de hatî weşandin dibêje: “Bêguman, di vê pêvajoya çareseriyê de, di vê pêvajoya bidawîkirina terorê de, di vê dema krîtîk de ku vîzyona “Hevpeymana Tirkî” tê armanckirin, pêwîst e zimanê aştiyê were bikaranîn. Pêwîst e mirov çend tiştan paşguh bike, çend tiştan nebihîze; bi taybetî jî ji derbirînên tûj dûr bikeve.”

Her wiha behsa serdana Barzanî kir û got: “​Di vî warî de, birêz Barzanî navekî pir giring û sembolîk e ji bo herêmê û ew serokê PDKê ye. Hemû mezinên dewletê yên ji Tirkiyeyê diçin wir, bi cerdevanên operasyonên taybet û çekên xwe diçin û ev ti carî nebûye pirsgirêk. 

Niha li Duhokê, li Amêdiyê tankên Tirkiyeyê, wesayîtên zirxî bi salan e ku li wir in; wan ev ti carî nekirine rojev, pirsgirêk nedîtine. Bi salan e em li Bakurê Iraqê operasyonan dimeşînin; tewra demên ku me kontrola nasnameyan jî dikir hebûn. Li gel vê jî, wan ev mijar mezin nekirine. Heta gava ku di têkoşîna li dijî terorê de caricaran windahiyên sivîl çêdibin jî, wan ev nekirine meseleyeke navneteweyî.”

Parlementerê AKPyê mijara daxuyaniya PDKyê, Pêvajoya Aştiyê û pêwistiya berdewamiya wê kir û got: “Heger em jî bi heman aramî û sarxwîniyê nêzîk bibin, wê rasttir be. Bêguman, daxuyaniyên PDKyê jî hinekî sînorê xwe derbas kirine û derbirînên ku li gorî rihê serdemê nîn in dihewînin. Pêwîst e em zimanê xwe nerm bikin û zimanê aştiyê derxînin pêş.

​Lê belê, divê ev jî were gotin: Dema ku mezinên dewletê serdanên hevdu dikin, bi gelemperî aliyê din berî niha agahdar dikin; ev kar di çarçoveya protokoleke diyar de dimeşin. Di medyaya civakî de dîmenên herdu cerdevanên taybet ên li cem Barzanî zêde hatin mezinkirin û ev jî bû sedema derketina daxuyaniyên nexwestî. Ez difikirim ku pêwîst e ev şaşfêmkirin zû were serastkirin.”

Back to top button