Polîtîk

Ocalan daxwaza federasyon û zimanê fermî nekiriye.

 Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya dawî pêk anî.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku Ocalan daxwaza federasyon û zimanê fermî nekiriye.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî xwest ku naveroka hevdîtinê bi temamî were eşkerekirin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê 19emîn civîna xwe li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Serokê Parlamentoyê, ev civîn civîna dawî ya Komîsyonê bû.

Di civîna dawî de endamên Komîsyonê yên ku çûn Îmraliyê û Ocalan ziyaret kiribûn derbarê hevdîtinê de agahî da Komîsyonê û di heman demê de behsa raporên komîsyonê jî hat kirin.

“Em dê encaman pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bikin”

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li ser xebatên Komîsyonê agahî dan û wiha got:

“Me heta niha xebata xwe bi hesasiyet û fedakariyê meşand û em gihiştin vê astê.

Ji niha û pê de êdî wekî qonaxa dawî çend karên me mane, em dê wan jî bikin û em dê encamên xebata xwe pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bikin.”

Kurtulmuş: Ocalan daxwaza federasyonê nekiriye

Serokê Parlamentoyê beriya civîna Komîsyonê ragihand ku di hevdîtina bi endamên şandeyê re Abdullah Ocalan daxwazên wekî federasyon, dewleteke cuda û konfederasyonê nekiriye û daxwaza “bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” jî neaniye zimên.

Back to top button