Cîhan

Bi navê dewletê xeletiyên mezin hatin kirin..!

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku rêbazên berê yên “têkoşîna li dijî terorîzmê” li Tirkiyê pirsgirêkên kûr afirandine, lê ew xeletî di 23 salên borî yên desthilatdariya AKPê de hatine rastkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Înê li Stenbolê beşdarî merasîma radestkirina 9,200 wesayîtên nû ji hêzên cenderme, polîs û parastina peravê re bû.

Erdogan axavtinek kir û got:”Di têkoşîna li dijî terorîzmê de xeletiyên pir xeternak hatin kirin. Van xeletiyan pirsgirêk girantir kir û têkiliyên di navbera dewlet û welatiyan de xera kirin. Gel û dewletê bedela kiryarên xelet ên hin aliyên ku xwe li jor qanûnê didîtin dan. Me di 23 salên borî de xeletiyê hatên kirin dawî anîn û kêmasiyên xwe sererast kirin. Me bi hevkariya hev re zemîna bêbaweriyê ji holê rakir. Me qet nehiştiye ku qanûn bi hinceta ewlehiyê were binpêkirin. Em rêz û tehamulê li hember welatiyên xwe winda nakin. Em ê şansê nedin tu kesî, ne çeteyên bajêr ên ku xwe li jor dewletê dibînin, ne komên kolanan, ne bazirganên jehrê an rêxistinên terorîst.

Ev gotinên serokomar di demekê de tên ku pêvajoyek çareseriyê ya bi navê Tirkiyeya Bê Teror nû li Tirkiyeyê ji salekê zêdetir e dest pê kiriye ûdi vê pêvajoyê de bi banga Ocalan PKKê xwe fesih kiriye û biryara devjêberdana çekan daye.

Back to top button