Polîtîk

Di çûyina Îmralîyê de xeletî hatin kirin..!

Pêngava duyemîn a hikûmetê, ku bi navê “Tirkiyeya Bê Teror” tê binavkirin, bi destê Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi banga  ji bo Ocalan kirî destpêkir û bi şandina şandeyek ji bo Îmraliyê, ji aliyê komîsyona ku di Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de hatiye avakirin ve berdewam dike.

Ev serdan di nava  aliyên siyasî û derdorên civakî de bi awayên cuda tê nirxandin.

Sernivîskarê rojnemeya Hurriyetê Ahmet Hakan rexneyek balkêş li ser serdana Îmraliyê nivîsand.

Hakan got, “Çûna Îmraliyê beşek girîng a pêvajoyê bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê ya nêzîkî nîv sedsalê, divabû serdana Îmraliyê bihata kirin. Lêbelê, evqas mezinkirina vê serdanê heta radeyekî ku, bikeve pêşiya pêvajoyê xelet bû.”

Hakan got, “Ne hewcebû ev yek kirin sedemê meraqek mezin. Zemîn hate danîn û derfetek ji bo dijberên pêvajoyê hate dayîn ku pêvajoyê jehrî bikin.” û her wiha got, “Neçûna CHPê ya Îmraliyê zêde tê nirxandin.”

Di dawiya gotara xwe de, Ahmet Hakan îdia kir ku divê raya giştî, her çend bi kurtî be jî, li ser encamên erênî yên civînê were agahdarkirin, û got, “Bi vî rengî, sedemên maqûl û rewa yên çûna Îmraliyê dê ji raya giştî re werin ravekirin.”

Ahmet Hakan, bi sernavê “Pênc Tiştên ku Piştî Serdan û Vegerê Li Ser Îmraliyê Bêjin”, wiha ye:

YEK: Çûna Îmraliyê beşek girîng a pêvajoyê bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê ya nêzîkî nîv sedsalê, diviyabû serdana Îmraliyê bihata kirin. Lêbelê, xelet bû ku ev serdan heta wê astê were zêdekirin ku heta pêvajoyêbkaribe  asteng bike.

DU: Pirsgirêka Îmraliyê bi awayekî xirab hate birêvebirin. Meraqa nehewce ya li dora “Gelo ew ê biçin an na?” hate zêdekirin. Zemîn hate danîn û derfet ji kesên ku li dijî pêvajoyê bûn re hatin dayîn da ku pêvajoyê jehrî bikin.

SÊ: Yên ku neçûn Îmraliyê ji yên ku çûn wêrektir bûn. Lêbelê, yên ku çûn divê ew kesên ku çûn bûna. Ji ber ku sedema serdanê sedemek pir baş bû, wek bidawîanîna terorê bi karanîna Öcalan.

ÇAR: Neçûna CHP bo Îmraliyê bi giranî hate tekez kirin. Lêbelê, ev nehewce bû. Ya girîng ew bû ku CHP di komîsyonê de bimîne.

PÊNC: Daxuyanî hatin dayîn ku civîna Îmraliyê erênî bû. Divê raya giştî, her çend bi kurtî be jî, li ser encamên erênî yên civînê were agahdarkirin. Bi vî rengî, sedemên maqûl û rewa yên çûna Îmraliyê dê ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Back to top button