Cîhan
Şam:Teqînek bi hêz çêbû û kuştî û birîndar hene..!
Teqîneke bihêz li nava Şama Paytexta Sûriyê çêbû û ziyanên canî û madî hatine tomarkirin.
Nûçegihanê Welat TV da zanîn ku îşev piştî nêzîkî demjimêr 09:00, dengê teqîneke bihêz li devera Mezê 86 a Şamê hate bihîstin û otombîlên hawarçûnê berev cihê teqînê çûn.
Ta niha tu zaniyariyên zelal derbarê teqînê nehatine naskirin, lê li gorî medyaya fermî ya Sûriyê “malek li devera Mezê 86 rastî êrîşeke nenas hat û di encamê de jinek birîndar bûye û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kiriye”.
Ji aliyê xwe ve jî jêderên xwecihî daye zanîn ku ew teqîn “ji encama armanckirina avahiyeke 3 qatî bi mûşekekê çêbûye û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar hene”.


