Serok Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê werdigire

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, wergirt.
Di nameya xwe de, Rubio rola Serok Nêçîrvan Barzanî di vekirina boriyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo ji nû ve hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne, herwiha pêşwaziyê li vê pêngavê dike.
Di beşeke din a nameyê de, Rubio ji bo rola berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî ya hêsankirina diyaloga di navbera Tirkiye û PKK’ê de û hewldanên wî yên ji bo parastina aramî û ewlehiya li Sûriyê, rûmeta xwe derdibre.
Rubio hevkariya berdewam a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wekî bingehê aramî û pêşketinê bi nav dike. Di vê derbarê de ji Serok Nêçîrvan Barzanî re dinivîse: “Rêbertiya we ya avaker û hevkariya we, ruhê berpirsiyarî û zanayiyê nîşan dide ku dibe sedema xurtkirina aştî û hevkariyê.”
Di dawiya nameya xwe de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ligel silav, rêz û spasdariya ji bo hevpeymaniya berdewam a her du aliyan, hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hevkariyê û yekîtiyê bilind dinirxîne, herwiha tekez dike ku xurtkirina hevkariya aborî ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, berjewendiyên wan ên hevbeş bihêz dike.


