Cîhan
Şara rêwîyê Washingtonê ye..!
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê û Balyozê wî li Enqerê, Tom Barrack, ragihand ku Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şara dê di 10ê Mijdarê de bi fermî serdana Washingtonê bike û li Qesra Spî bi Trump re bicive.
Tom Barrack, dema ku li Behrêynê bû, ku beşdarî foruma “Manama Dialogue 2025” a Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk (IISS) bû, derbarê têkiliyên Amerîka-Sûriyê de daxuyaniyek nû da.
Di çarçoveya serdana xwe ya Manamayê de, Barrack ragihand ku Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şara dê bi fermî serdana Washingtonê bike û bi Trump re bicive.
Di derbarê hevdîtinê de, ku tê payîn di 10ê Mijdarê de li Qesra Spî pêk were, Barrack got, “Em hêvî dikin ku Sûriye tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe, ku ji aliyê Amerîkayê ve tê rêvebirin.”


