Cîhan

Tirkiye û Îsrail tu cara şer nakin..!

Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê Tom Barrack pesnê hewldanên Serokê Amerîkayê Trump bo aştiyê da û girîngiya Tirkiyeyê di agirbesta Xezzeyê de tekez kir û got, “Trump li her derê textê satrancê bi tevahî guhertiye. Tirkiye û Îsraîl şer nakin ş ez bawer nakim ku ev yek tu cara çêbibe.

Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku agirbesta li Xezzeyê bêyî Tirkiyeyê pêk nedihat û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump çar caran ji bo vê yekê spasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kiriye.

Barrack di foruma Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk de ku li Manamaya Behrêynê hate lidarxistin, li ser Xezzeyê û Tirkiyeyê şîrove kir.

Der barê peymana agirbestê ya li Xezzeyê de, Barrack got, “Bêyî Tirkiyeyê, li Xezzeyê agirbest çênebûya. Serok Trump çar caran spasiya Birêz Erdogan kir.”

Barrack diyar kir ku Serokomar Erdogan û Qeterê “karekî pir baş” kirine û got, “Bi taybetî têkiliyên Tirkiyeyê bi Hamasê re û redkirina wê ya destnîşankirina wan wekî rêxistineke terorîst, hişt ku ew bigihîjin agirbestê.”

“Tirkiye û Îsraîl şer nakin”
Barrack pesnê hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo aştiyê da û got, “Serok (Trump) li her derê textê satrancê bi tevahî guhertiye. Tirkiye û Îsraîl şer nakin. Ez nafikirim ku ev yek çêbibe, û hûn ê ji Deryaya Xezar heta Deryaya Spî hevkariyê bibînin.”


Barrack her wiha got, “Her tiştê ku Rojava ji hilweşîna Împeratoriya Osmanî ve kiriye şaşî bû. Helwesta kolonyalîst a li hember civakan, al û olan qet nexebitiye. Hemû ev model hilweşiyane.”

Der barê danûstandinên di navbera hikûmeta Şamê û hêzên PKK/YPG de, ku li Sûriyeyê navê HSDê bikar tînin, Barrack got, “Em pir nêzîkî dîtina xalek hevpar in .

Back to top button