“Ger ew destûr wekî xwe bê bicîhanîn, gelek pirsgirêk dê bên çareserkirin.”
Serok Barzanî li Dihokê ragihand: “PDKê her ji destpêkê bawerî bi hilbijartinan û dengê gel û welatiyan hebûye û her ji hilbijartinên yekê heta hilbijartinên dawiyê jî her ya yekê bûye; Herwesa hêvî jî kir ku piştî hilbijartinan, rewş baş bibe û bê guhertin û pirsgirêk bên çareserkirin.
Serok Barzanî li bajarê Dihokê bi hejmareka cemawer û texên civakî yên wî bajarî re civiya.
Serok Barzanî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û tê de li ser çend mijarên girêdayî rewşa niha û hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê axivî.
Barzani got:“Di derheqa hilbijartinên li Kurdistan û Iraqê de, Serok Barzanî amaje da ku li sala 1991ê, di dema serhildanê de, tu kesek li ser hilbijartinan nefikirî û em li ser hilbijartinan axivîn. Tekez jî kir ku, PDKê her ji destpêkê bawerî bi hilbijartinan û dengên gel û welatiyan hebûye û PDK her ji hilbijartinên yekê heta hilbijartinên dawiyê li rêza yekê bûye.”
Serok Barzanî got ku PDKê her tim xwe berpirsiyar dîtiye û qet ji berpirsiyariyê nereviyaye û berpirsiyariya xwe jî nexistiye ser milên tu kesekî. Berevajî wê yekê, PDKê berpirsiyariya xelkê din jî hilgirtiye.
Serok Barzanî hêvî jî kir ku piştî hilbijartinan, rewş baş bibe û guhertin bên kirin û pirsgirêk bên çareserkirin. Herwesa Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê jî kir, ji ber xweragiriya wan a li dijî hemî planan û neşandina mûçeyan û îspatkirina wan ku ew ji bo tu tiştekî serê xwe naçemînin.
Serok Barzanî behsa destûra Iraqê kir û ragihand: “Ger ew destûr wekî xwe bê bicîhanîn, gelek pirsgirêk dê bên çareserkirin.”
Serok Barzanî li ser mijara hilbijartinan jî tekez kir: “Her gereka hilbijartinan girîngiya xwe heye û divê em vê carê jî hêz û meziniya PDKê nîşanî hemiyan bidin. Her kesê ku xwedî wijdan be jî, dizane kî berpirsiyarê parastina Kurdistanê ye û dizane ku ew xizmeta di warên avedankirin, perwerde, tenduristî, xizmetkarî, ewlehî, tenahî, aborî, vejandin, pêşxistina jêrxaneya Kurdistanê, projeyên stratejîk û pêşxistina sektora rêyan û geştiyariyê de hatiye kirin PDKê kiriye, ku ev jî bi hêsanî nehatiye bidestxistin.”
Serok Barzanî herwesa behsa parastina avê û girîngiya projeyên bendav û pondan jî kir, ku ji bo paşeroja Kurdistanê di warê avê de pir girîng in û xelk dê li paşerojê bizane ka çi karekê mezin hatiye kirin.
Çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê jî mijareka din a gotara Serok Barzanî bû û di vî warî de jî tekez li ser serbilindiya bi vê çanda mezin a Kurdistanê û zêdetir çespandin û berdewamkirina bingehên pêkvejiyanê kir.
Serok Barzanîyê herwesa di derheqa avakirina hikûmeta nû de jî behsa berdewamiya bizavên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li gorî encamên hilbijartinan kir, û hêvî kir ku hikûmeta nû di zûtirîn dem de bê avakirin.
Serok Barzanî daxwaz jî kir ku, kampanyaya hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê bi awayekî aştiyane û bi tenahî û êminî û li dûrî tundûtîjiyê bê meşandin.

