
Serokê Fransa dibêje ku rêkeftina di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de “gavek e girîng e ber bi pêş ve ye” û pêwîst e rêz li pêkhateyan were girtin û beşdariya wan di pêşeroja Sûriyê de were bihêztirkirin.
Emmanuel Macron îro di kongireke rojnamevanî de li Belcîka got ku Fransa piştgiriya her hewleke ku armanca wê parastina yekîtî û serweriya Sûriyê be, dike.
Her weha diyar kir “gelek giring e ku serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ rêzê li tevaya pêkhateyên Sûriyê bigire û hewla encamdana diyalogê li gel hemû aliyan bike”.
Macron got jî ku “roleke HSD ya giring di şerê li dijî terorê de hebû. Her lihevtêgihiştinek di navbera wê û Hikûmetê de divê avakirî be li ser bingeha girtina rêzê li pirengiyê û beşdariya tevaya pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de”.
Di rojên dawiyê de hejmarek civîn û hevdîtin di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê hatibûn encamdan, û gihiştine rêkeftineke destpêkî derbarê tevlîbûna HSD di nava artêşa Sûriyê ya nû de.


