Trump: “Eger Hamas rehet nesekine, em ê bikevin Xezeyê û wan ji holê rakin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke çapemeniyê ya Qesra Spî de bi eşkereyî gef li Hamasê xwar. Trump got, “Heke Hamas rehet nesekine, em ê bikevin Xezeyê û wê ji holê rakin. Ger pêwîst be ew ê werin tunekirin, û ew vê dizanin. Ew pir êrîşkar bûne.”
Îsraîlê li ser gelek deverên Xezeyê êrîşên hewayî dabû destpêkirin, bi îdiaya ku Hamasê li Refahê, li başûrê Şerîda Xezeyê, hêmanên artêşa Îsraîlê hedef girtiye.
Baska çekdarî ya Hamasê, Lîwayên Îzzeddîn el-Qesam, daxuyaniyek weşand û pabendbûna xwe bi agirbestê ragihand û dan xûyakirin ku, tu pêwendiya wan êrîşên li Refahê re tuneye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku wî, bi sedema binpêkirina agirbestê ji aliyê Hemasê ve fermana “mudaxeleyeke tund” li Şerîda Xezeyê daye,
Her çend ev pêşketin agirbestê dixe xeterê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser vê mijarê daxuyaniyek weşand. Trump di dema civîneke çapemeniyê ya bi Serokwezîrê Avusturalya Albanese re li Qesra Spî daxuyaniyên girîng li ser agirbesta Îsraîl-Hemasê da.
Trump got, “Heke Hamas rihet nesekine, em ê biçin Xezzeyê û wan ji holê rakin. Ger pêwîst be ew ê werin ji holê rakirin, û ew vê yekê dizanin. Ew pir tundûtûj bûne. Ger ew berdewam bikin, em ê wan pir zû û bi tundî ji holê rakin
Îsraîl dikare di du xulekan de bikeve wir. Ger min ji wan re bigota ku, ‘Herin wir û rewşê birêve bibin.’ Lê me hîn ev negotiye. Em ê şansek bidin wan, û bi hêvî me, tundûtûjî hinekî kêm bibe.”


