Îdia: Putin telefonî Eliyev kir, hewldana darbeyê di kêliya dawî de hate pûçkirin

Novaya, rojnameyeke sereke ya Rûsyayê, îdiayek kir ku dê bala cîhanê bikişîne. Di nûçeyekî de îdia hat kirin ku hewldana darbeyê li Azerbaycanê di kêliya dawî de bi destwerdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hate pûçkirin.
Li gorî raporê, rageşiya di navbera Aliyev û Putin de piştî ketina balafireke rêwiyan a Azerbaycanê ku di Kanûna Pêşîn de ji aliyê mûşekên Rûsyayê ve hate xistin û 29 rêwî kuştin, bû sedem ku rayedarên payebilind ên Azerbaycanê bi Rûsyayê re têkilî daynin.
Li gorî îdiayan, Mekhtiyev, ji rageşiya di navbera Moskow û Bakuyê de sûd wergirtiye, bi rêya têkiliyên xwe yên berê rayedarên Rûsyayê ji plana darbeyê agahdar kiriye û piştgiriya Rûsyayê xwestiye. Li gorî plana Mekhtiyev, ew ê desthilatdariyê bigire û ji bo birêvebirina serdema veguhêz dezgeheke demkî ava bike, ku ew ê serokatiya wê bike.
Li gorî Euronews, Mekhtiyev di nav çend rojan de hate girtin û lêpirsînek hate destpêkirin, ku ew bi komploya desteserkirina desthilatdariyê û xiyanetê hate tawanbarkirin. Ajansa nûçeyan a Azerbaycanê Minval ragihand ku Mekhtiyev ji posta xwe ya di Rêveberiya Serokkomariyê de hatiye dûrxistin.

