Hamas: Ewlekariya Xezzeyê dê di destê me de bimîne û em çekan danaynin

Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Mihemed Nazal di hevpeyvînekê de bi Reutersê re got ku ew amade ne ku agirbestek pênc-salî îmze bikin da ku Şerîda Xezzeyê ya wêranbûyî ji nû ve ava bikin.
Karbidestê payebilind ê Hamasê, ku li Doha, Qeterê dijî, piştî îmzekirina peymana Xezzeyê tedbîrên dijwar ên Hamasê yên kuştina dijberan li kolanan bi tohmeta “xiyanetê” parast.
Wî got, “Di dema şer de her tim tedbîrên awarte hebûn û yên ku hatine kuştin tawanbarin.”
Her çend Hamasê berê nêrînên Nazalî anîbe ziman jî, ji nû ve piştrastkirina van helwestan ji hêla berpirsekî payebilind ê tevgerê ve astengiyên sereke nîşan dide ku hewlên ji bo bidawîkirina şerê du salan li Xezzeyê bi tevahî asteng dikin.
Ew balê dikişînin ser valahiyek mezin di navbera helwestên Hamasê û plana aştiyê ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo Xezzeyê de berî gera nû ya danûstandinan, ku tê payîn ku li ser bêçekkirina Hamasê û birêvebirina Şerîda Xezzeyê bisekinin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welat pabendî peymana agirbestê ye û berdewam dike bi pêkanîna plana serokê Amerîkayê.
“Divabû Hamas di qonaxa yekem de hemû rehîneyan berde. Ev yek çênebû. Hamas dizane ku cenazeyên rehîneyên me li ku ne. Li gorî peymanê, divê Hamas çekan deyne. Na eger..
Di plana xwe ya 29ê Îlonê de, Trump bang li Hamas kir ku berî ku soz bide bêçekbûnê û rêveberiya Xezeyê radestî komîteyek teknokratîk bike, ku ji hêla civaka navneteweyî ve tê çavdêrîkirin, tavilê hemû rehîneyan berde.
Di bersivê de, Netanyahu piştgirî da plana Trump û got ku ew ê şiyanên leşkerî yên Hamasê hilweşîne, desthilatdariya siyasî ya Hamasê bi dawî bike û piştrast bike ku Xezze careke din ji bo ewlehiya Îsraîlê gefê nexwê.
Hamas di bin zexta navneteweyî de ye ku bêçek bibe û kontrola Xezzeyê berde, wekî din ew ê bi pêlek din a êrîşan re rû bi rû bimîne.
Dema ku ji Nazal hat pirsîn gelo Hamas dê çekên xwe berde, wî got, “Ez nikarim bersiva erê an na bidim. Bi rastî, ew bi cewherê projeyê ve girêdayî ye. Projeya ku hûn qala wê dikin tê çi wateyê? “Çek dê bidin kê?”
Nazal got ku mijarên ku di qonaxa bê ya danûstandinan de werin nîqaşkirin, di nav de bêçekkirin, ne tenê bi Hamasê ve girêdayî ne, lê di heman demê de bi hemî komên çekdar ên Filistînî yên din ve jî girêdayî ne, ji ber vê yekê divê her kes bigihîje helwestek hevpar.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê got, “Me sozek daye wan [Hamasê] û ez difikirim ku ew ê wê bicîh bînin.”
Li ser vegerandina hemî cenazeyên rehînên din, berpirsê payebilind ê Hamasê got ku ew ne eleqedar in ku cenazeyên kesên ku di êrîşên 7ê Cotmeha 2023an de hatine girtin biparêzin.
Heta niha, Hamasê herî kêm neh ji 28 rehînên Îsraîlî radest kiriye.
Wî got, “Pirsgirêkên teknîkî hene û heke pêwîst be, aliyên navneteweyî yên wekî Tirkiye û Dewletên Yekbûyî dê di lêgerîna rehîneyan de alîkariya wan bikin.”
Hefteya borî, berpirsekî payebilind ê Tirk got ku welat dê bi Îsraîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Qeter û Misrê re hêzek hevbeş ava bike da ku cenazeyên rehîneyan bibîne.
Hamasê di 4ê Cotmehê de li hev kir ku rehîneyan berde û rêveberiya Xezzeyê radestî teknokratên navneteweyî bike.


