Li Sûriyê 41 goristanên bikom hatine dîtin

Ji dema ketina rejîma Esed ve, heta niha 41 goristanên bikom li Sûriyê hatine eşkerekirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, piştî ketina rejîma Esed û heta niha 41 goristanên bikom, tê de 2795 term hatine dîtin ku li ser destê hêzên rêjîma Esed hatine kuştin.
Belavbûna Goristanan:
*Hims 12 Goristan, 1277 Term
*Şam 3 Goristan, 1025 Term
*Gundewarê Şamê, 6 Goristan, 180 Term
*Der’a 5 Goristan, 141 Term
*Dêra Zorê 6 Goristan, 114 Term
*Hema 6 Goristan, 44 Term
*Idlib 2 Goristan, 10 Term
*Heleb 1 Goristan, 4 Term
*80 hezar term
Ji aliyê xwe ve ajansa Reuters da zanîn, mezintrîn goristanên bikom li Qiteyfê (Gundewarê Şamê) hatiye dîtin, tê de 60 hezar – 80 hezar term hebûn.
Reuters da zanîn, veguhestina bi dehên hezaran term bo biyabana Dimêr ji sala 2019an ta 2021 berdewam kir, Beşar Esed xwediyê biryara dawîn bû ji bo rakirina goristanan û veşartina belgeyan.


