Cîhan
Trump wesfê Erdogan da..!

Trump di Lûtkeya Aştiyê de pesnê Erdogan da: Wî qet me bêhêvî nekir, her gava ez diketim tengasiyê de, wî li ba min cih digirt.
Serokkomar û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdarbûna Lûtkeya Aştiyê çû Şarm el-Şêx a Misrê, ku dê bi beşdariya gelek rêberan, di nav de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ji bo dawîkirina peymana agirbestê li Xezzeyê were lidarxistin.
Trump di lûtkeyê de li ser têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyeyê axivî.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Trump diyar kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan her gav li cem wî bû û got, “Ew her gav li cem min bû, her gava ez di tengasiyê de bûm. Ez dixwazim gelek spasiya wî bikim. Ew mirovekî ecêb e. Wî qet em bêhêvî nekir.”


